PE û YE bang li Erdogan kirin: Li şûna zextan azadî

PE û YE bang li Erdogan kirin: Li şûna zextan azadî

Nûnerên Parlamentoya Ewrûpayê (PE) û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) yên bi mebesta pêşveçûnên dawî yên li  Tirkiyeyê binirxînin kom bûn peyamên di asta hişyariyê de dan Hukûmeta Erdogan. Civîna ku bi qasî 40 parlamenter û rayedarên payebilind ên YE beşdar bûn  2 saetan berdewam kir. Di civînê de di serî de ji bo Erdogan ji AKP’ê re hişyariyên ciddî hatin kirin. Tê payîn ku sibe jî pêşnumeyek ku wan daxwazan  digire nav xwe pêşkêşî dengdanê were kirin û were qebûlkirin.

Endamên PE’yî destnîşan kirin ku li ser daxwaza hukûmetê  êrîş, pêkutî û şîddeta ku ji aliyê polîsan ve li hemberî çalakiyên  protestoyî yên li Stenbol-Taksîm û Enqereyê  pêk hatine nayên qebûlkirin û ji desthilatdariya Erdogan re gotin ku dest ji hedefgirtina beşên ku li hemberî xwe wek muxalif dibine berde.  Di civînê de hat destnîşankirin ku daxwazên çalakgerên li Tirkiyeyê li cih in, lewma divê werin guhdarîkirin û destekkirin.  Di axaftinan de her wiha hat gotin ku demokrasiya bi her awayî, tenê bi naskirina mafên gelê Kurd ve girêdayî ji nasnameyên cuda re dema hurmet were nîşandan wê pêk bê û hat xwestin ku divê mafên wan di aliyê qanûnî û destûra bingehîn de were misogerkirin.