PE rewşa dawî ya li Kobanê wê roja Çarşemê nîqaş bike

PE rewşa dawî ya li Kobanê wê roja Çarşemê nîqaş bike

PE berxwedana Kobanê û têkoşîna li dijî DAIŞ xist rojeva xwe.

Parlamentoya Ewropa (PE) berxwedana Kobanê di çarçoveya rojeva “rewşa li Kobanê” û yên ji Ewropa tevlî DAIŞ dibin “li dijî terorîzmê têkoşîn” xist rojeva xwe. Wê her du mijar roja Çarşemê di rûniştinên cuda cuda de bên nîqaşkirin.

Nîqaşên PE piştgiriyê didin daxuyaniya rojên derbasbûyî ya Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropa Catherîne Ashton a; “Gelê Kobanê ji civaka navneteweyî re ji bo parastina maf û nirxên xwe yên bingehîn, berxwedana li hemberî zilmê biryardariya bikaranîna hemû rêbazan nîşan daye. Em di mijara herêmên Kurd ên li Kobanê û Sûriyeyê hatine îlankirin û mijara rewşa însanî de bi fikar in. Em di mijara ewlehiya herêmê û rewşa însanî de fikarên mezin dijîn.”

Yekîtiya Ewropa diyar kiribû wê 3.9 milyon Euro alîkarî bike.

Beriya nîqaşa roja Çarşemê bê kirin hat hînbûn wê pêşnûmebiryarekê bixin dengdanê. Ji bo hêviyên aliyê Kurd ên ji pêşnûmebiryarê bên nîşandan hat hînbûn wê bi rayedarên HDP û PYD’ê re jî rêzehevdîtin bên kirin.