PE: Em piştgiriya mûzakereyên bi PKK’ê re dikin
PE: Em piştgiriya mûzakereyên bi PKK’ê re dikin
PE: Em piştgiriya mûzakereyên bi PKK’ê re dikin
PE’yê di teslaxa rapora xweya 2013’an a Tirkiyê de “Em piştgiriyekî mezin a mûzakereyên li gel PKK’ê ne” ragehand. Di teslaxê de ji bo yên doza KCK’ê lêpirsînekî bê aliyane û adilane hat xwestin, xistina bendava hilbijartina a sedî 10, berfireh kirina mafên Elewiyan û gûhertina TMK’ê hat xwastin.
Parlementoya Ewropa (EP) di taslaxa Rapora xwe a Pêşketina Tirkiyê di 2013’an de amade kir. Di rapora PE’yê a Tirkiyê de Raportorê Hollandayî Parlementer Ria Oomen-Rûijten ku taslaxa raporê nivî madeyê “PE piştgiriyekî bi hêz a mûzakereyên li gel PKK’ê dike” cih girt.
Rapora ku ji 8 laper û 28 madeyan pêk dihat di taslaxa wê ya madeyê 16. De wiha hate gotin: “Ji bo ku Hikûmeta PE’yê pirsgirêka kurd bigehîne çareseriyekê piştgiriya însîyatîfa di aliyê mûzakereyên li gel PKK’ê de dike.”
Di berdewama heman madê bangewaziya “Hikûmeta PE nêrînên alî û aktorên peywendî dar jî digire û alikariyên rêyên ku ji bo bidest xistina mafên civaka kurd yên weke sosyal, çand û aborî dike.”
Di madeya ku qala gotinê ye de ji bo rêvebona li ber alikariyên YE’yê li Kurdisanê weke aborî û weke din gangewaziya Enqere li gel Komisyona YE’ê hevpeymanekî bi hêz a kar bike kir.
Di madeyê de wiha hate gotin: “ Ji bo Rojhilatê Başûr bikare bibe xwedî derfetekî berdewam yê bilindbûnê, rayedarên Tirkiyê vedixwînîn nava 22 mûzakereyên ku demekî nêz hatine vekirin ku di kevine nava çarçeveya I.A.P’yê (Projeyên alikariya bi hêzkirinê) ku li gel komisyona YE’yê bikevi nava hevkariyekî mezin.”
DI RAPORÊ DE ÇI HEYE?
Di teslaxa biryarê de mijarên weke naskirina mafên civaka Elewî, berfireh kirina mafên karker û sendikayan, ji bo jinan mafê wekheviyê nasîn, gohertina zagona TMK’ê, dozên KCK’ê û xistina bendava hilbijartinê a sedî 10’ê cih girtin.
PE’yê bangewaziya lêpirsîna edliyane ji bo dozên ku di bin navê KCK’ê de têne kirin kir û wiha got: “Pêwiste Tirkiye di doza KCK’ê de saziyên wê yên demokratîk û serxwebona edaletê, naskirina mafan û girêdayîna xwe a bihêz jêre bide diyar kirin.”
Her wiha di taslaxa raporê de hate diyar kirin ku Parlementoya Ewropa zagona antî-teror reforme bike. Di mijara baweriyan de jî hemû cudahiyên navbera wan de bêne rakirin û bi teybet di aliyê baweriya Elewî de hîn pêşketinên berfireh bên çêkirin û ne lezbûna çêkirina vê yekê hat rexne kirin.
Di rapora PE’yê a qala gotinê de wê heya 9’ê Çileyê 2014’an pêşniyarên gohertinê pêk bîne, di meha Sibatê de jî piştî ku di kurula giştî a PE’yê de hate nîqaş kirin şûnde wê bê şandina hilbijartinê.