PE: Divê pêşî li rejîma Erdogan bê girtin!

Serokên Komên li PE li dijî darbeya li hemberî HDP'ê û êrîşên rejîma Erdogan derketin û ji bo astengkirina vê yekê dikevin nava tevgerê. Li civata giştî ya PE wê rakirina destnedanê û êrîşên dewleta Tirk bên nirxandin.

Serokên Komên li PE li dijî darbeya li hemberî HDP'ê û êrîşên rejîma Erdogan derketin û ji bo astengkirina vê yekê dikevin nava tevgerê. Li civata giştî ya PE wê rakirina destnedanê û êrîşên dewleta Tirk bên nirxandin.

Serokên Komên li Parlamenta Ewropayê (PE) bersiv dan pirsên ANF'ê û nerazîbûneke tund nîqaşî qanûna rakirina destnedanê dan.

'HEWLDANEKE ANTÎ DEMOKRATÎK E'

Serokê Koma Xiristiyanên Demokrat ku mezintirîn koma li PE ye Manfred Weber got, "Rakirina destnedana parlamenteran ji ber axaftin û nêrînên xwe, hewldaneke antî demokratîk a li dijî sîstema parlamenteriyê ye. Di hin mijaran de em bi Tirkiyeyê re dixebitin, lê belê em li dijî rakirina destnedanan a bi vî rengî derdikevin."

'EM REJÎMA ERDOGAN Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ ŞERMEZAR DIKIN'

Hevserokê Koma Keskan Phîlîppe Lambert jî got, "Em, ew kesên rakirina destnedanê erê kirin mehkûm dikin û rejîma otorîter a Erdogan, ku ber bi dîktatoriyê ve diçe û helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî vê yekê serê xwe ditewîne şermezar dikin."  Lamberts bal kişand ser koça ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û got, "Pêwîste Yekîtiya Ewropa di vî warî de alîkariya însanî bike, lê nabe ku li ber Erdogan bigere. Ev alîkarî bi polîtîkayeke serbixwe û hevgirtî dikare bê kirin."

Li ser navê Koma Çep Barbara Spînellî jî got, "Bi rakirina destnedanê ve hedefgirtina HDP'ê, ne tenê li hemberî gelê Kurd, di heman demê de li dijî demokrasiya Tirk jî hewldaneke xetere ye."

'DIVÊ PÊŞÎ LI BINPÊKIRINÊN JI ALIYÊ DEWLETA TIRKIYEYÊ VE TÊ KIRIN BÊ GIRTIN'

Seroka Koma Çep Gaby Zîmmer jî işaret bi pêvajoya DEP'iyan kir û bibîr xist, niha jî, Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca ku deh salan endama Parlamenta Ewropayê bû di nav de gelek wekîlên HDP'ê hedef tên girtin. Zîmmer diyar kir, ew rakirina destnedanê rast nabînin. Zîmmer da zanîn, wan ev nêrîna xwe bi Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz re jî parve kirine û diyar kir, divê pêşî li Tirkiyeyê bê girtin ku hîn bêhtir peymanên navneteweyî binpê neke.

Serokê Koma Sosyalîst Demokrat a Parlamenta Ewropayê Gîannî Pîttella ragihand, hedefgirtina HDP'ê tê wateya 'kuştina azadiyan' û destnîşan kir, ku ew ê li dijî vê derkevin.

WÊ DI CIVATA GIŞTÎ DE BÊ NIRXANDIN

Li civata giştî ya Parlamenta Ewropayê wê îro saet di 18:00 de mijarên rakirina destnedana parlamenteran û zextên rejîma Erdogan bên nirxandin. Di civînê de wê Serokê Demî yê Konseya Yekîtiya Ewropayê û Nûnera Bilind a ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Federîca Mogharînî jî amade bin.

Di civînê de wê têkiliyên Yekîtiya Ewropa-Tirkiye, êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û encamên vê bên nirxandin.

Li ser navê sosyalîst demokrat, yekîtiya çep, kesk û lîberal jî wê Marîe-Chrîstîne Vergîat, Bodîl Valero, Ana Marîa Gomes, Fabîo Maşîmo Castaldo jî sibe li Parlamenta Ewropayê bi heman naverokê civîneke çapemeniyê lidar bixin.