PE biryara derbarê Tirkiyeyê de qebûl kir

PE biryara derbarê Tirkiyeyê de qebûl kir

Pêşnumebiryara ku Parlamentoya Ewrûpayê bi mebesta bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê amade kiribû hat qebûlkirin.

Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan ku gotibû “Ez vê biryara Parlamentoya Ewrûpayê ya der barê me de bigire qebûl nakim.” Di Parlamentoya Ewrûpayê hat qebûlkirin û têkildarî bûyerên dawî hukûmeta AKP’ê û Erdogan tên rexnekirin. Ya balkêş ev bû ku di parlamentoyê de bi zimanê Tirkî dirûşmayên “Tayyîp Îstîfa” hatin gotin.

Di Desteya Giştî ya Parlamentoya Ewrûpayê de parlamenterên ku derbarê çalakiyên Parka Gezî de kom bûn rexne li Hukûmet û Serokê wê Erdogan kirin.

Hin bangawazî û peyamên di raporê de ji bo Tirkiyeyê hatin destnîşankirin wiha ne:

Ji kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane em sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Em Tirkyeyê hişyar dikin da ku li hemberî çalakiyên aştiyan e tedbîrên dijwar negire.

Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin, bila ji mafên bingehîn ên hemwelatiyan re hurmetê bigirin û kesên di bin çavan de berdin. Her wiha em dixwazin hejmara fermî ya kesên binçavkirî û yên hatine girtin fêr bibin.

Em helwestên û sekna Hukûmeta Tirk û ya Serokwezîr Erdogan a li hemberî bertekên beşeke zêde ya civakê ku rê li ber qutban vedike rexne dikin.

Em bi bîr dixin ku azadiya çapemeniyê û berfirehbûna medya yek ji rêgezên ku bingeha nirxên Yekîtiya Ewrûpayê pêk tînin.

Înternet jî di nav de der barê xerabûna medyaya Tirk û otosansûrê de em gumanên xwe tînin ziman.