PE: Bi lezgîn muzakereyên li gel Tirkiyeyê bidin rawestandin!

Parlementoya Ewropayê, biryara ‘rawestandina muzakereyan’ bi pêş ve bir û got: “Bê ku muzakere bên derengxistin bidin rawestandin.” Di rapora PE’yê de rexneyên tund li Tirkiyeyê hate kirin.

Komîsyona Karê Derve yê Parlementoya Ewropayê (PE), Rapora Tirkiyeyê ya ku ji aliyê Parlemetera Hollandayî Katî Pîrî ve hatibû amadekirin li dijî 3’an bi 51 dengan hate qebûlkirin. PE’yê ya ku têkildarî biryara ‘rawestandina’ muzakereyan a li gel Tirkiyeyê girtî, ev biryar bi “bê ku dereng bê xistin, asteng bikin” hate veguhertin. Biryara rawestandina muzakereyê, wê nêrîna Komîsyona Vendedîk a li hember referandûmê nerênî bandor bike.

Di rapora rexneyên tund li Tirkiyeyê hate kirin de, pêkanînên Rewşa Awarte, girtina gelek rojnamevan û girtiyên siyasî, gotûbêjkirina cezayê darvekirinê, di dema kampanyaya referandûmê de, Serokkomar Erdogan a lîdarên Ewropayê bi sûcdarkirina ‘Nazî’yê kiriye mijar.

Rapor, wê di rûniştina Desteya Giştî ya PE’yê de rewşa dawî bê derbas kirin.