Nêçirvan Barzanî yê di sala 2005'an de li Enqereyê Serokwezîrê wê demê Tirk Erdogan ziyaret kir, piştî ku vegeriya Başûrê Kurdistanê bi Mûrat Karayilan re hevdîtinek kir. Barzanî ji Karayilan re ev diyaloga bi rayedarên Tirk re ragihand: "Rayedarên protokolê ji min pirsîn ku ez ê bi kîjan sifatî tevlî hevdîtinê bibim. Min jî ji wan re got, erka min Serokwezaretiya Kurdistana Federal e. Lê ji min re gotin, 'ev nabe, em nikarin sifatê Serokwezîr bikar bînin'."
Mûrat Karayilan par di hevpeyvîneke xwe ya bi Newroz TV re, detayên hevdîtina bi Nêçirvan Barzanî re kir, eşkere nekir. Lê belê ev diyaloga Nêçirvan Barzanî ya bi rayedarên Tirk re kir ragihand û anî ziman, ku Dewleta Tirk tehemûlî xwerêvebirina Kurdan nake û vê zêhniyeta xwe hê didomîne.
Wexteke zêde di ser re derbas nebû, hê berî mehek-du mehan Tayyîp Erdogan rabû got, "Em ê şaşîtiya xwe ya li Bakurê Iraqê kir, li Bakurê Sûriyeyê nekin" û dijminatiya xwe ya li Kurdan careke din ji tevahiya cîhanê re eşkere kir. Bi vî rengî, ew hêrsa li hemberî Kurdan a ku Karayilan işaret pê dikir, nîşan da.
Hikûmeta AKP'ê hînê dijminê Başûrê Kurdistanê ye, ku jê re dibêje 'Bakurê Iraqê'. Nêçirvan Barzanî dema di sala 2005'an de bi Erdogan re rûnişt, bi vê dijminatiyê hesiya bû. Dewleta Tirk a pêşî li pêşketinên li Iraqê digire û statuya Başûr asteng dike, li şûna ku yekser êrîşî vî parçeyê Kurdistanê bike, hevkariyek bi xwe ve girêdayî afirand û bi vî rengî xwest lê serdest be. Û PDK a ku li Başûr serweriya xwe xurt kir, bi rêk û pêk xwe pêşkêşî vê hevkariyê kir. Yanî bi vîna xwe xwe teslîmî dijminê xwe kir. Ne tenê teslîm bû, hemû nirxên Kurd û Kurdistanê jî pêşkêşî hikûmeat Tirk kir. Qedera xwe bi qedera AKP'ê ve girê da û kir yek. Di vî şerê ku wî bi xwe jî hedef digire, li aliyê dijberan cih girt. Ji ber vê yekê gelek Kurd êdî dibêjin 'AKP û PDK yek e'.
Ev polîtîkayên bêperwa yên PDK'ê di demên dawî de gelekî xetere bûne. Ev rewş, êdî ji cihêrengiya nêrînên siyasî yên çend partiyan wêdetir e. 'Serokatiya Herêmê' ya Mesûd Barzanî berî sal û nîvekê qediya, lê ew dest ji vê qoltixê bernade. Halbûkî wî bi xwe berê li ser namûs û şerefa xwe sonda xwaribû ku ew ê nebe namzet. Ne tenê serokatiya herêmê, parlament bi xwe jî hat tevizandin. Wer lê kir, ku Serokê Parlamentê nikare biçe paytext Hewlêrê. Herî dawî biryara girtina lîderê Tevgera Goran hat derxistin. Niha jî ji bo rakirina destnedana hin parlamentearn di nava hewldanan de ye. Yanî PDK li ser şopa AKP'ê dilezîne û bûye kopyayeke neçê ya AKP'ê.
PDK çiqasî tengav dibe, ewqasî asta polîtîkaya xwe ya teslîmkariyê ya dadixîne û xwe qels dike. Ev rêxistinbûyîn, ji partiyeke mezin a Kurdistanê wêdetir, bûye kûklayeke biçûk a hikûmeta Tirk ku pêwîstî pê nabîne dijminatiya xwe ya li Kurdan veşêre. Bêguman fatûreya vê ya siyasî wê li PDK'ê bê birîn.
Piştî xiyaneta li Şengalê kir jî, partiyên Kurd û civaka Kurdistanê şenseke din dan PDK'ê. PDK a ji Şengalê reviya û Êzidî pêşkêşî barbarên DAIŞ'ê kir, li şûna ku hesabê vê bide, xwe teslîmî AKP'ê ya piştgiriyê dide DAIŞ'ê kir. Li pêşiya hêzên ji bo rizgarkirina Şengalê li hemberî DAIŞ'ê têdikoşe, bi her awayî bû asteng.
Hin hewldanên dema dawî ya PDK'ê jî, nêrîn û planên qirêj ên li hemberî Şengalê careke din raxist pêş çavan. Mesûd Barzanî meha derbasbûyî li Duhokê bi hin rûspiyên Êzidî re rûnişt û ji wan xwest 'Li dijî PKK'ê şer bikin'. Barzanî dibêje, "Em nikarin li hemberî PKK'ê şer bikin. Kurd vê qebûl nakin. Lê eger hûn şer bikin, em ê destekê bidin we. Divê PKK ji Şengalê bê derxistin."
Derxistina PKK'ê ji Şengalê tê wê wateyê, ku bi hezaran Êzidî careke din di nava lepên artêşa barbaran DAIŞ'ê de bên hiştin. Barzanî jî bi vê dizane, PKK û Êzidî jî bi vê dizanin.
Nêrîna PDK û AKP'ê ya li hemberî Şengal û Êzidiyan, yek e. Ji xwe Endama Desteya Rêveberiya PDK'ê Çinar Seîd Ebdullah hefteya bihurî ewçend zêdegavî kir, ku gotina 'Eger DAIŞ nebûya, wê kê jinên Êzidî nas bikira' bilêv kir. Belê ev gotin bi kar anî. Ev gotina li ser navê mirovahiyê, li ser navê Kurdayetiyê, li ser navê jinekê cihê şermê ye, ji aliyê rêvebereke PDK'ê ve hat bilêvkirin. Ji xwe ji bilî PDK'ê her kesî nerazîbûn nîşanî wê da.
Rewşa heyî ya xetere ya PDK'ê, bi qasî ku nikare bi tenê bi Şengalê were vegotin, berfireh e. Di şerê AKP'ê li hemberî Kurdan îlan kiriye de PDK bi fîîlî cih digire. Rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê 'Parastin' weke yekîneyeke MÎT'ê dixebite. Li qereqolên PDK'ê yên li hemû herêmên pêkan e PKK'yî lê hebin, efserên Tirk hene. Agahiyên ji van deveran bi dest dixin, yekser bi Enqereyê re parve dikin.
Ji ber ku herêma Qendîlê ji aliyê coxrafî ve dûrî sînor e, balafirên keşfê yên bê mirov ên Tirkiyeyê yên bi navê 'Bayraktar' li herêma Çoman a di bin kontrola PDK'ê de ye, tên rakirin. Ji gelek sempatîzanên PKK'ê yên di dema dawî de hatine binçavkirin, agahî nayê wergirtin. Tê zanîn, hin kesên li nexweşxaneyan bi îdîaya 'endamê PKK'ê' ye hatine binçavkirin, teslîmî Tirkiyeyê hatine kirin. PDK di vê mijarê de qet daxuyaniyê nade. Ji xwe tê zanîn, di lêpirsîna binçaviyan de endamên MÎT'ê jî amade ne.
Desteserkirin û xespkirina derman û bi hezaran unîformayên ji bo YPG'yiyan ji bo Rojava hatin şandin, girtina saziya jinê REPAK'ê, astengkirina derbasbûna Rojavayiyan ber bi Başûr ve, dîplomaya Barzanî ya li dijî şoreşa Rojava li cîhanê dike, êdî bûne mijarên rûtîn.
Bi kurt û kurmancî; PDK li Rojava û Bakurê Kurdistanê di nava şerekî li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd de ye, ku hînê bi rengekî fermî nehatiye ragihandin. Destketiyên partiyên din ên Kurd weke astengiyek li pêşiya hegemonya xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî li Bakur, Rojava û Başûr êrîşî her kesî dike. Dema van êrîşan dike jî radibe dibêje 'Ez ê Kurdistana serbixwe îlan bikim'. Ev rêxistinbûyîn hewl dide parçeyekî Kurdistanê yê bûye xwedî statu parçe bike, nahêle serokê parlamentê biçe paytextê, êrîşî DAIŞ'ê nake, lê êrîşî şervanên Kurd ên li hemberî DAIŞ'ê şer dikin. Daxuyaniya 'Em ê Kurdistana serbixwe îlan bikin' a rêxistinbûyîneke bi vî rengî, ji bilî nixumandina xiyaneta qirêj, nayê tê wateyê.
Eger îro PDK li hemberî partiyên Kurd şer nake, yanî eger bi çekê êrîşî PKK, YNK û Goran nake, sedema vê; jê nayê ye. Nikare bike. Lê belê zêhniyet û rewşa xwe ya siyasî di vê pozîsyonê de ye. Û heta ku ev rewşa PDK'ê neyê berterefkirin, wê gelê Kurdistanê ji vê xeteriya mezin rizgar nebe.
Partiyên mezin ên mîna PKK, YNK û Goran, ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd, ne mecbûr in li benda PDK'ê bimînin. ji bo gelê Kurdistanê ji aliyê siyasî û leşkerî ve were parastin, ev partî dikarin di gelek mijaran de bi hev re tevbigerin. Bendewariya civaka Kurd jî ev e. Xefleteke siyasî ye ku mirov ji bo Yekîtiya Neteweyî li benda gaveke erênî ya PDK'ê bisekinin. Ya ku divê were kirin, berterefkirina vê rêxistinbûyîna li pêşiya gelê Kurdistanê asteng e.