ANALÎZ

PDK destekê dide dijminatiya Kurdan

Barzanî di demeke wiha de ku dewleta Tirk zilma xwe li Kurdistanê zêde dike, pratîka xwe ya kavilkirina, şewitandina bajaran dide gundan, çûye Tirkiyê. Ev serdana Barzanî tê wê wateyê ku karekterê dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan bincil bike.

Em di serdemeke wiha re derbas dibin ku di dîroka Rojhilata Navîn de yek ji wan serdeman e ku têkoşîna siyasî û leşkerî pir giran e. Serdemeke wiha ye ku têkoşîna herî mezin a îdeolojîk li herêmê tê jiyîn. Di dîrokê de demên wiha ku têkiliyên dîplomatîk ev çend kûr têne jiyîn pir kêm in. Her roj têkilî û hewldanên hevalbendiyên nû derdikevin holê. Ev pêvajo jî herî pir Kurdan têkildar dike. Ji bo Kurdan derfet û siûd çêbûye ku pir mezin bi ser bikevin. Lê hin nêzîkatiyên siyasî xwedî wî karekerî ne ku dikarin van derfetan bixin talokeyê. Bi taybetî jî şêwaza siyasetê ya PDK’ê, di demeke wiha de ku derfet çêbûye Kurd pir mezin bi ser bikevin, nêzîktêdayinên PDK’ê yên bi berjewendiyên berteng ên bi partîyî, helwesta wê ya neyênî ya ji bo mijara yekîtiya netewî, xwedan wan taybetmendiyan e ku dikare bibe sedem ev fersendên dîrokî ji dest biçin.

Mezintirîn beşê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê ye. Mezintirîn têkoşîna dîroka Kurd li vir tê jiyîn. Lê têkiliyên PDK’ê yên bi AKP’ê re, di têkoşîna vê derê de, wêrekiyê û hêzê dide vê mêtingeriya qirker. Ev polîtîka û têkiliya PDK’ê ziyanê tenê nade têkoşîna li Bakurê Kurdistanê, ziyanê dide têkoşîna hemû beşên Kurdistanê. Ji ber ku dewleta Tirk pêşengiya dijKurdiyê dike. Li ser navê hemû dijminên Kurdan li dijî Tevgera Azadiyê şer dike. Jixwe polîtîkaya dewleta Tirk a Rojava karekterê dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan şilfûtazî diyar dike. Bi vî rengî jî têkiliya dewleta Tirk û PDK’’ê ziyaneke mezin dide Kurdan. Jixwe dewleta Tirk vê têkiliya xwe ji bo ku li dijî têkoşîna gel a Bakurê Kurdistanê û li dijî Rojava domdar dike.

Barzanî di demeke wiha de ku dewleta Tirk li Kurdistanê zilma xwe zêde kiriye, pratîka kavilkirin, şewitandina bajaran biriye gundan çûye Tirkiyê. Di zemanekî wiha de ku AKP’ê bi MHP’ê re hevalbendî daniye û zilma li ser Kurdan zêde kiriye, helbet xwedî wateyeke siyasî ye ev serdan. Ev serdan tê wê maneyê ku karekterê dijminatiyê yê dewleta Tirk a li Kurdan binixumîne. Di pêvajoyeke wiha de ku li Xirabê Bava û gundên derdorê zilm û zordarî hatiye zêdekirin, li şûna ku Barzanî li dijî helwesta AKP’ê ya li van deran helwesta xwe diyar bikira, hatina wî ya Tirkiyê ji hêla Kurdan ve bi guman û helwestnîşandanê tê pêşwazîkirin.

BARZANÎ ÇIME DIÇE TIRKIYÊ?

Mesûd Barzanî çima diçe Tirkiyê? Desthilatdariya AKP’ê wê li dijî qadên Qendîl û Zapê êrîşa dagirkeriyê bike, ji bo van planan diçe? Tirkiye û PDK ku gelek caran gef li Şengalê xwarin, xwe ji dagirkirina Şengalê re hazir dikin? Ji bo ku Şoreşa Rojava bifetisînin wê li navbera Efrîn û Kobanê bi cih bibin û bi hev re êrîş bikin, planeke wan a hevpar heye? An na, ji ber ku taloke heye ku di referandûmê de, tifaqa AKP-MHP’ê ku dixwazin rejîma 12’ê Îlonê ya qirqer bikin sîstema rêveberiyê, bi ser nekeve û ji bo alikariyê bide AKP’ê çûye Tirkiyê? Ku bi bîra mirov were desthilatdariya AKP’ê dema ku 2012’an li dijî Tevgera Azadiya Kurd tengezar bûbû, Mesûd Barzanî bi Muhammed Mursî re çûbû kongra AKP’ê û destek dabûnê. Mesûd Barzanî ji bo ku destekê bide tifaqa AKP-MHP’ê ya ku di referandûmê de tengezar bûne, çûye? Jixwe derdorên siyasî û kesên ku nêzî Mesûd Barzanî ne ji bo ku kampanyaya NA ya HDP’ê qels bikin tevdigerin. Mesûd Barzanî bi hatine Tirkiyê wê destekê bide referandûmê ku AKP-MHP’ê pê dixwazin rêveberiya mêtingeriya qirqer ava bikin. Bêguman Barzanî bi rengekî hişkere nikare destekê bide vê guherîna destûrê lê bi xurtkirina mêyla boykotê wê hewl bide ku li Kurdistanê dengê erê zêde bibe. Gelo ev nêzîkatî dibe ku nêzîkatiya Kurdan be?

BARZANÎ DESTEKÊ DIDE AKP-MHP’Ê

Têgihiştineke hevpar e ku Mesûd Barzanî ji bo ku van mijaran bi AKP’ê re nîqaş bike çûye Tirkiyê. Gelê Kurd û hêlên siyasî di nav vê çarçoweyê de hatina wî dinirxînin. Helbet bi vê çûna xwe re jî destekê dide polîtîkayên zilmê yên AKP-MHP’ê yên ku li Kurdistanê pêk tînin. J i bo ku destekê bide gotina ‘Em ne li dijî Kurdan li dijî terorîstan şer dikin’ a AKP-MHP’ê diçe Enqerê. Wateyeke din ya vê serdanê nîn e. Heta ji wan were bila bibêjin em ne ji bo van armancan diçin. Rastî ev e. Jixwe beriya bi heftiyekê di hevdîtina Ewropayê de, AKP’yîyan ev hevdîtin weke hevdîtina têkoşîna dij terorê nîşan dan û li xwe mikurt hatin ku hevdîtineke li dijî PKK’ê bû.

Dema ku mirov pêvajoya berdest deyne ber xwe ev têkiliyên siyasî yên PDK’ê weke ku tiştekî normal be nikare were nirxandin. Divê ev têkilî êdî têra xwe were rapirsîn. Di serdemeke wiha de ku hevseng û statûkoyên nû wê ava bibin, têkiliyên wê yên bi AKP’ê re ku hemû têkiliyên xwe yê li ser dijminatiya Kurdan ava dike û hewl dide destketiyên Kurdan asteng bike, divê ji hêla hemû Kurd û hêlên siyasî ve were rapirsîn. Têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyê re destekê dide dijminatiya li Kurdan. Kî dikare bibêje ku desthilatdariya AKP’ê li Bakur dijminatiya Kurdan nake? Kî dikare bibêje li Rojava dijminatiyê bi Kurdan re nake? A din jî AKP dijminatiya xwe ya li Kurdan venaşêre, hişkere dike.

Divê ev polîtîkaya PDK’ê ji hêla hêzên siyasî yên Kurdan ve were rapirsîn. Heke polîtîka û têkiliyên PDK’ê ji hêla rêxistineke din ya Kurd ve bihatana kirin ji mêj ve wê weke xayin bihatana ragihandin. Ji ber ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê ye dibe asteng ku weke xayin were ragihandin. Lê Kurdistan tenê bi Başûrê Kurdistanê re ne sînordar e. Êdî sebera gelê Kurd jî, sebra hêzên siyasî jî li dijî polîtîkayên PDK’ê nemaye. Niha desteka herî mezin ,desteka aborî jî ya ku dide Tirkiyê ku li Rojhilata Navîn dijî Kurdan şer dike, PDK ye. Niha li dinyayê û li herêmê tekane dostê AKP’ê û hevalbendê wê PDK maye. Ev paradokseke wiha ye ku ji hêla Kurdan ve nayê fêhmkirin. Êdî têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyê re ne têkilkiyên normal ên ekonomîk û siyasî ne. Bûye polîtîkayeke wiha ku hêzên mêtingeriya qirqer Kurdan li dijî hev bi kar tînin.

Dewleta Tirk PDK’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar tîne. Êdî ti hêleke vê ya veşartî nemaye. Dijberiya PDK’ê ya li PKK’ê bûye dijminatiya li Tevgera Azadiya Kurd. Deshilatdariya AKP’ê berê hemû dinyayê dide Kurdan û PKK’ê. Hemû têkiliyên xwe yên ekonomîk, siyasî û dîplomatîk li ser dijminatiya PKK’ê û Kurdan ava dike. Lê nikare vê weke sedsala 20’an, weke salên 2010’an bi ser bixe. Rewşeke wiha derketiye holê ku polîtîkaya AKP’ê ya bi dijminatiya PKK’ê tenê di şexsê PDK’ê de pratîze dibe. Desteka ku ti hêz û dewlet nadin polîtîkaya AKP’ê ya bi dijberiya Kurdan û PKK’ê, PDK dide. Ev dikare weke siyaseta Kurd û siyasetmedarî were binavkirin?

Ji bo vê jî têrê nake ku tenê partiyên siyasî yê Kurd û gelê Kurd rapirsîna vê polîtîkayê bike, di serî de PDK divê vê polîtîkaya xwe di ber çavan re derbas bike. Li ser para hevpar a bi dijberiya PKK’ê divê nebin piştevanê şerê AKP-MHP’ê ku li dijî Kurdan û PKK’ê dikin. Çûna Tirkiyê tê wê maneyê ku zilma ku hevalanbendiya AKP-MHP ev nêzî 2 salan e li ser Kurdan dikin dipejirîne. Heta niha bi bêhelwestamanê li dijî van komkujiyan bêdeng diman, niha jî bi çûna ber bi Enqerê ve destekê didin.

KURD LI DIJÎ PDK’Ê HÊRS BÛNE

Niha di serî de Êzîdî û gelê Rojava hemû Kurd li dijî PDK’ê xwedî helwest in û hêrs in. PDK ya ku li Şengalê dixwaze bi rolê dewleta Tirk gefê li Êzîdiyan bixwe, destekê dide êrîşên tifaqa AKP-MHP’ê ku li Bakurê Kurdistanê li bajar û gundan hewl didin gelê Kurd biçewisînin û vîna wan bişkînin. Dibine hevparê sûcê AKP-MHP’ê ku niha di serî de li Xirabê Bava û Talatê, li ser hemû Kurdan zilmê dikin.

Referandûma 16’ê Nîsanê têkoşîna di navbera hêzên demokrasiyê, ku Kurd jî di nav de ne û tifaqa AKP-MHP’ê de ye ku dijminê demokrasiyê ne. Nayê qebûlkirin ku PDK destekê bide tifaqa faşîst a dijî demokrasiyê, dijminatiya Kurdan, qirkirina Kurdan û vê rêveberiyê. Heke PDK dev ji van polîtîkayên xwe neqere wê dawiyê li xwe bîne. Hevkariya sûc a li zilma li ser Kurdan û nifiran çewisandiyan wê bike ku PDK di nav Kurdan de û di dîrokê de bibe sûcdar.