PCF: Serdana Erdogan a li Parîsê provokasyon e
PCF: Serdana Erdogan a li Parîsê provokasyon e
PCF: Serdana Erdogan a li Parîsê provokasyon e
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), ji bo serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a 31'ê Cotmehê ya li Parîsê got, "provokasyon" e. Rêxistina civakî ya sivîl MRAP jî got, "Rûmeta Fransayê cihgirtina li cem berxwedana Kurdan e."
PCF bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên piştevaniya Kobanê bi berfirehî li her alî belav bûne û destnîşan kir ku desteka welatên Kendavê û Tirkiyeyê ya ji bo barbariya DAIŞ'ê, rê li ber "nerazîbûna rewa" vekiriye.
PCF got, "Fransa heta roja îro, li pêşberî daxwaza Kurdan a ji bo Kobanê xwe ker kir."
PCF'ê diyar kir ku ji bo Neteweyên Yekbûyî di warê pêkanîna aştiyê de însiyatîfê werbigire de, Fransa neketiye nava ti hewldanan û ragihand, ku Serokkomarê Fransayê yekemcar neçar ma ku banga piştevaniyê ya bilind bû, hesab bike.
Serokkomarê Fransayê Fraçois Hollande, yekemcar dabû xuyakirin ku Fransa dikarin alîkariyê bidin şervanên Kurd ên li Kobanê.
Di daxuyaniya PCF de wiha hat gotin: "Ji bo Serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan ê sonda têkçûna ezmûna demokratîk a li Rojava xwar, helwesteke bi vî rengî ya Fransayê nedihat qebûlkirin.
Wê di 31'ê Cotmeha 2014'an de bê û ji François Hollande re vê bêje. Ev serdana bêdem û ne rast, ji bo helwesta Fransayê biguherîne, peymanên edlî yên dijminê azadiyane erê bike, provokasyoneke."
PCF çalakiyên protestoyî yên 6'ê Cotmehê bi armanca piştgirîdayîna Kobanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin lidarxistin bibîr xist û ji bo Erdogan got, "Di mirina nêzî 40 çalakgerên li welêt de berpirsyar e."
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê Fransa rê nede vê. Ji bo rêbazên alîkariya ji bo Kobanê lêkolîn bike, nûnerê PYD'ê qebûl bike. Ji bo girîngiya dide pêvajoya aştiyê ya bi hewldanên Abdullah Ocalan destpê kir bîne ziman û daxwaza xwe ya bi encambûna van hewldanan diyar bike, divê ev firsend baş were bikaranîn."
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "PCF bi biryardarî li cem gelê Kurd e (...) Ji bo niyetên tên bilêvkirin veguherin çalakiyên şênber PCF dixwaze, delegasyonek ji aliyê Wezareta Karên Derve ve di 31'ê Mijdarê de bê qebûlkirin."
MRAP: CIHÊ FRANSA KÊLEKA BERXWEDÊRÊN KURD E
Tevgera Dostaniya Gelan a li dijî Nîjadperestiyê (MRAP) jî nerazîbûneke tund nîşanî serdana Erdogan a hatiye plankirin da û got, "Rûmeta Fransayê cihgirtina li cem berxwedana Kurdan e."
MRAP'ê diyar kir ku xeterî heye di vê serdanê de, hevkariya polîsiye ya navbera Fransa û Tirkiyeyê ya beriya niha bicihanîna wê hat rawestandin, ji nû ve bê nirxandin.
MRAP xwest, bi temamî dest ji peymana hevkariya ewlekariyê bê berdadn û destnîşan kir ku Kurd ji bo nirxên mafên mirovan ên gerdûnî têdikoş in.
MRAP bang li Serokkomarê Fransayê François Hollande kir ku neşemite xeta siyasî ya Erdogan a herêma tampon dixwaze, ji Erdogan bixwaze ku dawî li zexta li hemberî milîtanên Kurd bîne, ji bo parastina gelê sivîl ên li Kobanê hemû tedbîrên pêwîst bigire, alîkariya însanî bide penaberên neçar mane ji Kobanê birevin, alîkariya çekan bide şervanên Kurd ku karibin li hemberî topên hawanê yên DAIŞ'ê xwe biparêzin û PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxîne.