PÇDK: Tenê gel dikare biryara mana Serokatiya Herêmê bide
PÇDK: Tenê gel dikare biryara mana Serokatiya Herêmê bide
PÇDK: Tenê gel dikare biryara mana Serokatiya Herêmê bide
Duh di rûniştina Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê de li rexmê aloziyan jî hat pejiran din ku, 2 salên Serokatiya Herêma Kurdistan ê û 2 heyv jî paşxistina hilbijardinên Parlemê bên zêde kirin. Ev ji bo sedema şik û gûman û alozî yan ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê û aliyên siyasî ve .
Duh li Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê li ser dirêjkirina demê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û paşdexistina hilbijartinên Parlementoyê rûniştinek pêkhat. Di rûniştinê de bi hevkariya Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) û Yeketî Niştîmanî Kurdistan (YNK) biryar hate pejirandin. Li ser vê partiyên muxalif bertek nîşandabûn û di encama nîqaşên derketî de veguherî bû pevçûnê.
Bi boneya aloziyên hilbijartinan û dirêj kirina demê Serokê Herêma Kurdistanê, Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê(PÇDK)ê duh daxuyanî yekî niviskî weşand. Di daxuyaniyê de balê dikişîne li ser dem dirêj kirina Serokatiya Herêma Kurdistanê û paşxistina demê hilbijartinê û wiha berdewam dike, “ Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin, ev ji tenê gel dikare biryarê bide ku, Serokatiya Herêmê li ser kar bimîne yan na. Ne Parleman, ne ji Serokatiya Herêma Kurdistanê ne ji qet hêzekî û aliyekî din li ser îradeye gel nikare biryarê bide û mafê wan nîne, demê Serokatiya Herêma Kurdistanê dirêj bike. Yan ji demê hilbijardina paşve bixe, jiber vê ji ev nêzikatiyên hemê rasterast dijî îradeya gel, azadiyê û rêgezên demokrasiyê ne.”
Her wiha PÇDK di daxuyaniya xwe de balê dikişîn e li ser rewşa serbixwebûna Komisyona hilbijardinê ji û wiha tîne ziman, " Di vê biryarê de şik û gûmanên gel li himberî Komîsyona Hilbijardinê zêde dibe ka çiqas ser bixwe ye yan na. Her wiha ji karê wan ji gûnam jê tê kirin. Ji ber ku di biryar dayîna karek wiha de ew berpirsyarin.”