Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Xeta Şêx Seîd wê bi paradîgmaya neteweya demokratîk bigihêje wateya xwe

PÇDK: Emê di nava du rojan de namezetên xwe aşkera bikin

PÇDK: Emê di nava du rojan de namezetên xwe aşkera bikin

Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) wê, bi jimara 113 beşdarî li hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê bibe.  PÇDK’ê ragihand ku, wê di nava dû rojên bê de navên namzetên xwe diyar dikin. Di hemam demê de rexneyên tund li aliyên siyasî yên Herêma Başûrê Kurdistanê  jî kirin.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartina Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê Hesen Cûdî li ser asta xebatên partiya xwe ya ji bo hilbijartinên bê de ji ajansa ANF’ê re axivî û bê ku navê partî û aliyên siyasî diyar bike da diyar kirin ku, berî  ku demê propagandayê destpê bike hinek partî û aliyan dest bi propagandeyê kirine. KONGREYA NETEWÎ TÊXIN XIZMETA HILBIJATINÊ

Berpirsê Dezgeha Hilbijartina Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê(PÇDK) Hesen Cûdî da diyar dirin ku, hinek alî  li Başûrê Kurdistanê mijara Kongre ya Netewî têxin xizmeta hilbijartinan û wiha got, “Kongreya Netewî xewna bi dehan salan ya gelê Kurd bû. Piştî çend salan ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK  û çend aliyê dinê siyasî yên Kurdistanî ve dihatin pêşniyar kirin, daxwaz û bangewazî pêşkêşî  aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikirin. Di dawiyê de jî li Girtîgeha Îmraliyê carek din birêz Abdullah Ocalan pêşniyara pêkanîna Kongreya Netewî kir. Bi kêfxweşî ev nûçe bê encam nebûn, lê  tişta cihê xemgîniyê ye ew ku, hinek aliyên siyasî henekên xwe bi van hewildanên pîroz dikin û hewildidin ku, bi mebesta hinek dengên zêde bi dest bînin bi kar tînin.”

Berpirsê Dezgeha Hilbijartina PÇDK’ê Hesen Cûdî destnişan kir ku, wê PÇDK roja 27’ê Tîrmehê navên namzetên xwe û amadariyên xwe yên ji bo hilbijartinê  eşkere bikin û wiha got: “ Ji niha ve kar dikîn ku bikarin bernameyekî dewlimend û berfireh amade bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Kurd hewildan têne kirin.”

Her wiha Hesen Cûdî bibîrxist ku wek PÇDK beşdarî pêngava kêmkirina mûçeyên parlemanteran û wezîran bûne û da destnişan kir ku, hemû namzetên wan peyman daye ku qet derfetekê wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar neyînin.