Paylan: Rewşa Awarte û polîtîkayên şer hejarî kûrtir kir

Alîkarê Hevserokatiya Berpirsyariya Ekonomiyê yê HDP’ê Garo Paylan diyar kir ku bi Rewşa Awarte û polîtîkayên şer re hejarî û krîza aborî kûrtir bûye.

Alîkarê Hevserokatiya Berpirsyariya Ekonomiyê yê HDP’ê û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan têkildarî krîza aborî ya li Tirkiyeyê îro daxuyanî da.

Paylan di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser îstatîstîkên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê û got, “Em dibînin ku rêjeya bêkariya giştî ji sedî 10,8, ya ciwanên bêkar ji sedî 19,9 û ya jinan jî 13,4 e. Tê diyarkirin ku ji her pênc ciwanan yek bêkar e û li gorî meha borî bêkarî zêdetir bûye.”

Paylan diyar kir ku hejmara bêkaran 3,4 milyon e û got, “Li Tirkiyeyê 837 hezar mezûnên zanîngehan bêkar in. Pêre jî gelek kes di karên wekî staj û xelfetiyê de dixebitin an jî di karên demkurt de dixebitin. Wekî ku tê dîtin 12-13 milyon kes dahateke wan a baş tune. Ji xeynî bêkariyê, hejariya kesên xebatkar jî heye. Li gorî daneyên îro 9,1 milyon kes bêsîgorta dixebitin. Ji sala borî heta îsal 432 hezar kesan bêsîgorta dest bi kar kirine.”

‘ABORÎ XURT NEBÛ, KETE KRÎZÊ…’

Paylan diyar kir ku zama ku ji bo memûr û karkeran hate dayîn jî di biniya rêjeya enflasyonê  ye û got, “Rewşa aborî ya ku AKP dibêje mezin bûye, berevajî wê kedkar biçûktir kiriye. Qeyyûmên AKP’ê, Rewşa Awarte û polîtîkayên şer hejarî û krîza aborî kûrtir kiriye. Em HDP, em ê her dem alîgirê mafên kedê bin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”