Paylan: Heta ku şer bidome, aborî sererast nabe
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan diyar kir ku polîtîkayên şer bûne sedema têkçûna aboriyê û got, "Dewlet ji gel pere dixwaze, ji ber ku pere li şer xerc dike, xezîne vala bûye."
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan diyar kir ku polîtîkayên şer bûne sedema têkçûna aboriyê û got, "Dewlet ji gel pere dixwaze, ji ber ku pere li şer xerc dike, xezîne vala bûye."
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Aboriyê Berpirsyar, Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan têkçûna aboriya welêt ji ANF'ê re nirxand.
Paylan diyar kir, ku aborî niha têk neçûye, aborî bi xeyala 'rejîma yek şexsî' ya Tayyîp Erdogan têk çûye.
Paylan got, "Xeyala Erdogan bû ku Tirkiyeyê mîna şîrketekê bi rê ve bibe. Dixwest ku mekanîzmaya kontrolkirinê tune be." Ji xwe Meclîs, dadgerî, çapemenî, civaka sivîl a ku kontrol bike, bişopîne tune kirin, bi vî rengî aboriyeke alîgirê rejîma yek şexsî ava kirin. Li cîhanê mînakên vê hene; ti ji aboriyên rejîmên bi vî rengî sererast nebûn."
'ŞER ABORÎ TÊK BIR'
Paylan bal kişand ser têkiliya têkçûna aboriyê ji ber polîtîkayên şer û got, "Dema ku aramî tune be, aştî û demokrasî tune be, kes razemeniyê nake, sermayeya biyanî jê direve. Di heman demê de aramî jî ji holê radibe. Ji bo sala 2023'an Erdogan xeyala 2 trîlyon dolarî kiribû. Di sala 2020'an de em aboriyeke ji 650 milyarî ne. Ketin asta yek ji sê parên xeyalên xwe. Ev yek encama polîtîkaya şer e. Ji ber ku Tirkiye weke welatekî demokratîk nayê dîtin, razemenî lê nayê kirin. Windahiyên gelekî mezin heye. Ev yek tê wê wateyê ku gelek mirovan karê xwe winda kirine. Em bala xwe bidin ser hejmaran. Em budçeya 2014'an binirxînin; lêçûnên ewlekariyê hemû, ku wê demê pêvajoya aştiyê hebû, 50 milyar bû. Lê belê sala 2020'an wê 220 milyar TL li polîtîkayên şer biçe."
Paylan bal kişand ser komkirina 'alîkariyê' ji civakê û got, "Erdogan IBAN da civakê, ji ber ku xezîne vala bûye. Ji ber ku pere tenê li şer hate xerckirin. Lê belê maliyeta xwe ya esasî maliyeta neyekser e. Tunekirina demokrasiyê ye. Tê wê wateyê ku kes nema dixwaze razemeniyê li Tirkiyeyê bike, sermaye jê direve."