Pasdarê Îranê malbateke Kurd qetil kir

Li bajarê Dîwandere yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê êrîşî malbateke Kurd kirin, 4 kes qetil kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Dîwandere yê ser bi parêzgeha Sine, pasdarên Îranê êrîşî malbateke  Kurd kir. Di encama êrîşa hovane de 4 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin û zarokek jî birîndar bû.

Komîteya navendî ya Rêxistina Kurdistan ya Hizba Komunîsta Îranê-Komele têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Malbatên du endamên hizba wan ji aliyê pasdarên Îranê ve li mala xwe hatine qetilkirin. Danê sibê seat 06:00’’an li bajarê Dîwandere, pasdarekî yê Îranê bi navê Resûl Fikret bi cilên xwe yên leşkerî ve êrîş bi ser malbata Burhan Dîwarger û Aram Dîwarger ku herdu jî endamê Hizba Komunîst in. Di encamê de herdu endamên me hatin kuştin. Her wiha du xwişkên wan yên binavê Pirşîngî (30) û Ninaî (10) jî hatin qetilkirin. Herwiha xwişkek ya wan a din ku temenê 5 salî bû, bi giranî birîndar bûye.”

NE CARA PÊŞÎN E

 Îran-Komelê diyar kir ku di dema borî de jî ew pasdar çend caran hewla kuştina vê malbatê kiribû, tevî giliyê wan li gel hêzên asayîşê hate kirin jî lê tu hewldanên ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê nehate girtin.