Partiya Sor a Norwecê berxwedana Bakurê Sûriyeyê silav kir

Kongreya Giştî ya Partiya Sor a Norwecê, peyamek ji PYD'ê re şand û berxwedana kesên ku li Bakurê Sûriyeyê ji bo azadî û demoqrasiyê şer dikin, silav kir.

Kongreya Giştî ya Partiya Sor a Norwecê, peyamek ji bo PYD'ê şand û keyfxweşiya xwe ji bo xebatên li Bakurê Sûriyeyê didin meşandin diyar kir.

Di destpêka daxuyaniyê de berxwedana Bakurê Sûriyê silav kir û wiha tê gotin: "Em silavekî dişînin ji bo we ku pêşengiya şerekî bi serketî dimeşînin ji bo bi azad bijîn,rêveberiyekî nû û pir netew li beşê Bakurê Sûriyeyê. Em dibînin ku şoreşa 2012'an li Kobanê destpêkir asta yekem ya pêşketinê bû û ji bo sazkirina civakekî nû ku hemû netewên cor be cor dikarin bi hevre bijîn."

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Sîstema hevserokatiyê ku hûn bikartînin hêz ji mêr daye jinan. Ev merheleyekî mezine li rêya dirêj ji bo karê azad kirina jinan û li dijî hêzên mêr ku li nav çand û kevneşopiyekî feodal de bi cihbûye. Lê hewldanên we pêşketinekî mezin ji bo şerê azadbûna jinan, li Norwecê bû mînakek.

Me dît YPJ-YPG û hevpeymanên we çawa şerê DAIŞ'ê li Kobanê, piştre Girê Spî, Şedadê, Minbic û herêmên din azad kir.

Hem parlamento û hem ji hikûmeta Norwecê alîkarî dide şerê nû yê Serokkomar Erdogan li Hezîrana 2015'an destpêkirye ji bo şkandina rêveberên xweser û hêzên demokrasiyê, ne tenê li Tirkiyeyê hem li Bakurê Sûriyê û hem jî li Bakurê Iraqê.

Piştî ku Serokkomar Erdogan bi hevkariya DAIŞ'ê û çeteyên din yên cîhad herêmekî mezin ya başûrê Firatê dagirkir. Norwecê alikariya xwe ya ji bo Tirkiyeyê berdewam kir.

Partiya Sor a Norwecê (RODT), li Norwecê berdewam xebat dide meşandin ji bo sekinandina firotina çekan û alîkarî dayîna ku ji aliyê Norwecê ji bo Tirkiyeya dagirker tê şandin û hem li Sûriye û hem ji li Iraqê bikartîne. Em li Norwecê kar dikin ku hikûmeta Norwecê vê ambargoya aborî û mirovahî li ser Federasyona Bakurê Sûriyeyê rake û li cihê wê alikariya mirovî bide û destek bide ji bo avakirina herêmekî azad kirî.

Em hêvidarin ku hûn di demek nêzik de buroyên nûnertiyê li Oslo yê vekin. Ev pir watedare ji bo bihêzkirina têkliyên di navbera gelê Norwec û gelên herêmên hatine azadkirin yên li Sûriyeyê."