Partiya nû ya Tayyip polîs û MÎT e

Niha ji bo Kurdan sûc û gunehê herî mezin ew e ku ji bo MÎT, polîs û cendermeyan sîxuriyê bikin. Kurd dikarin her sûcî efû bikin, lê vê efû nakin.

Dewleta Tirk hîna jî li Kurdistanê dixwaze bi eskerê xwe, polîsê xwe, cerdevanê xwe û rêxistinên xwe yên îstîxbaratê, desthilatdariya xwe ya qirrker dewam bike. Dewlet li Kurdistanê bi van amûrên zorê li ser piyan dimîne. Heger dewleteke li deverekê tenê bi van amûran dimîne, hingê mane ew e ku ew dewlet lawaz e. Dibe ku di sedsala 20´an de bi van amûr û organên zextê mumkin bû dewleteke li ser piyan bimîne. Şert û mercên dinyayê û herêmê derfet dabûn vê yekê. Lê belê di sedsala 21´ê de tu rabî hewl bidî ku weke berê bibî desthilatdar li ser gelê Kurd ku ev 45 sal in têkoşîneke bêeman kiriye, ha ev ne mumkin e. Yan Kurd wê bi nasname, ziman, çand û xwerêveberiya xwe li Tirkiyeya demokratîk bi azadiya xwe bijîn; yan jî dewleta Tirk a ku nikare vê pirsgirêkê çareser bike wê di bin barê krîzên giran ên misêwa yên siyasî û aborî de rûbirûyê jihevdeketinê bibe. Li gorî ku Kurd wê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin, aqûbeta Tirkiyeyê wê bivênevê wiha be.

Tirkiye halê hazir, piştî 12´ê Îlona 1980´yî û piştî salên 1990´î, ev cara sisiyan e ku bi tevahiya sazî û dezgehên xwe ji bo tepisandina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd şerekî topyekûn bi rê ve dibe. Zêhniyeta salên 1980 û 1990´î niha di şert û mercên cihê de bi heman armancê êrişên giran dibe ser gelê Kurd. Çawa şerê salên 1980´yî û salên 90´î dewleta Tirk xistibe nava nabos û bêzariyeke siyasî û aborî, dewleta Tirk îro jî ketiye nava bêzarî û bêgaviyeke siyasî û aborî. Niha dixwaze bi bêhtir şer û bêhtir sîxurkirinê dixwaze xwe ji vê nabos û bêzariyê xilas bike. Lê belê siyaseta ku bi rê ve dibe, dewleta Tirk xistiye nava gerînekeke ku hew karibe ji navê derkeve. Ev siyaseta şer di nava wan pirsgirêkan de ku dijminatiya li dijî Kurdan ew afirandine, diperpite,hewl dide bi şerê taybet wê têgihana ku dibêje ew serketî ye, biafirîne. Her roj di televizyon û rojnameyan de bi nûçeyên ji yek navendê tên birêvebirin, dibêjin me derb li evqasan da, me evqas şikandin, hejmara wan kêm bû, civaka Tirkiyeyê tê xapandin. Bi vî awayî, vê siyaseta şer a ku pirsgirêkan diafirîne, dûrî çavên civakê dikin. Tevî ku krîza siyasî û ya aborî encamên vî şerî ne, bi afirandina dijminên ji derve, hewl dide krîza ku wê afirandiye bixe stûyê hêzên din.

Di dema desthilatdariya AKP´ê de ji saziyan ku budceya wan herî zêde hat zêdekirin, ya herî li serî, MÎT e. Desthilatdariya AKP´ê ya ku îdeolojîk û siyasî têk çû, niha pişta xwe qewîn dike bi sîxurkirinê. Li hundir û derveyî Tirkiyeyê, gelek pereyan li sîxurkirinê xerc dike, û hewl dide derbê li Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd bixe. Tenê li Başûrê Kurdistanê meaş dide bi sedan sîxurî. Û ji bo hinan ji van jî bi hinceta ku agahiyên girîng tînin, devê kîsê xwe vekirine. Li Sûriyê bi sedan sîxur û bi hezaran çete meaş werdigirin. Ji bo siyaseta sîxurkirinê ya li nava Tirkiyeyê jî, bi wî rengî ku MÎT her sal zêdeyî budceya xwe gava xwe biavêje, pereyan xerc dikin. Dema ku tirsê ew da ber xwe, niha hewl dide bi bêhtir sîxuran xwe biparêze. Çawa ku beramberî muxalifan tirsê girte Siltan Abdulhemîd û hingê bi rêxistina berfireh a îstîxbaratê xwest xwe ji vê tirsê xilas bike, niha Tayyip Erdogan jî ketiye heman rewşê. Wî gotiye, Hakan Fidan parastina sirr û razên min e. Wiha diyar e ku wan gelek dek û dolab gerandine ku qanûn qebûl nakin. Dema ku em bînin bîra xwe ku Mehmet Agar wextekê got, me hezar operasyon kirin, hingê xwedê dizane ka îro çend hezar operasyonan dikin!

Bi destê şefê desthilatdariya AKP´ê Tayyip Erdogan, halê hazir Tirkiye veguheriye dewleteke polîs û îstîxbaratê. Bi girtina du rayedarên payebilind ên MIT´ê re vê rêxistina îstîxbaratê derbeke giran xwaribe jî, hîna dest ji vê rêbazê nayê berdan.

Ti dewlet nikare xwe weke dewleta polîs û îstîxbaratê li ser piyan bigire. Ya ku dewletan, desthilatdariyan û hêzên siyasî li ser piyan digire, rewabûna wan a di nava civakê de ye. Desthilatdariyên di nava civakê de xwedî rewabûn, xwe nakin dewleta polîs û îstîxbaratê. Lê belê ji ber ku li Kurdistanê ti rewabûna wê nemaye, rêbazên bi kar tînê jî dibin, berbelavkirina amûrên zorê û rêxistina îstîxbaratê ye. Desthilatdariya AKP´ê ketiye vê rewşê. Ji ber vê yekê, tevahiya dijminên demokrasiyê û yên Kurdan ji xwe re dike paldankek û hewl dide temenê xwe dirêj bike.

Niha ji bo Kurdan sûc û gunehê herî mezin ew e ku ji bo MÎT, polîs û cendermeyan sîxuriyê bikin. Kurd dikarin her sûcî efû bikin, lê vê efû nakin. Ev rewşeke ku cihê ye ji hevkariya eşkere. ji ber ku xwe mîna dost nîşan dide, îxbara hevalên xwe yên herî nêz û derdora xwe dike û bi vî awayî dijî. Ev rengek ji rengên xwînmijiyê ye. Jixwe, her Kurdê ku kirine sîxur pêşî xwe tine dike û paşê hewl dide kesên din tine bike.

Gefan li mirovên wan ew binçavkirî dixwin, bi tirsa birrîna cezayên giran, û bi vê zorê li wan dikin da ku ji wan bişuxilin. MÎT û polîs, nexasim jî dema ku kesên karên derqanûnî dikin digire, sîxuriyê pêşniyazî wan dike. Kesên ku pirsgirêkên wan ên aborî hene, yan jî ji nava civakê hatine vederkirin jî ji bo van karan tên bikaranîn. Li Başûrê Kurdistanê destê xwe diavêjin wan kesên ku beramberî pereyan qels in yan jî bi rêxistinên îstîxbaratê re kar dikin. Ji nava penaberên ji Sûriyê revîn Tirkiyeyê jî gelek kes ber hev kirine. Li gorî ku dewletek nikare pirsgirêkên siyasî û aborî bi vî awayî çareser bike, helwêstên bi vî rengî wê pirsgirêkan bê çareserî bihêlin, û bikin ku girantir bibin. Niha ya ku tê serê desthilatdariya AKP´ê pêvajoyeke bi vî rengî ye.

AKP ya ku di warê siyasî de bi îdîaya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bû desthilatdar, niha dev ji siyasetê berda û veguherî desthilateke despot a Rojhilata Navîn a tîpîk.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA