'Partiya nû dibistanan gihandina kadroyan e'
'Partiya nû dibistanan gihandina kadroyan e'
'Partiya nû dibistanan gihandina kadroyan e'
Di konferansa amadekariyê ya Kongreya DBP'ê ya Bajarê Amedê de, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Kongreya DBP'ê ya 11'ê Tîrmeha 2014'an şandibû, hat xwendin. Ocalan di peyama xwe de got, "Partiya nû di bingeha xwe de partiya gihandina kadro ye. Aliyê wê yê bingehîn, aliyê akademîk ê siyasetê ye. Ji bo pêwîstiyên her qada civakê gihandin û birêxistinkirina kadro ye. Bi têra xwe aşkera bûye, bi amatoran ev kar nameşe."
Peyama Ocalan bi vî rengî ye:
"Ji ber şert û mercên ku em tê de ne, pêwîstî bi nûbûnê heye. Kevneşopiya partîbûyînê ya 20 salan zêdetir, mixabin ji ber rastiya demokratîknebûyîna Tirkiyeyê û êrîşên giran ên dijdemokratîk, heta îro hebûna xwe berdewam kir, lê negihiştiye serketina ku heq dike. Di vir de behsa niyeta baş û hewldanan nayê kirinakin. Lê ez behsa xweseriyên partî û tevgereke demokratîk dikim. 20 sal zêdetir e, min hewl da alîkariyê bidim tevgera we. Gihîştim wê encamê ku her tim pêwîstî bi reformên bingehîn heye. Ez îro jî di heman fikrî de me. Bi du aliyan pêwîstî bi reformê heye.
1- Ji bo di şert û mercên Tirkiyeyê de civak, gel û neteweya kurd a ku di esasê xwe de em hewl didin ku wê temsîl bikin û bibin îradeya wê, di rastiya dewlet, hiqûq, siyaset, civak û ekonomiyê de bicihbûn û îradebûyîna wê bi îfadeya partîbûnê encax bi şêweyê partiya demokrasiyê ya herêmî yan jî partiya demokratîk a herêman pêkan e. Ango di cewher û şêweyê de bi gelemperî ji bo demokrasiya Tikriyeyê û bi taybetî jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di bin yek ji van navan de bi awayekî şênbertir û rasteqîntir dikare xizmet bê kirin. Heke ku hûn bala xwe bidinê ez bi tenê guhertina navê partiyê pêşniyar nakim. Ez pêşniyara partiyeke pir watedar ku hem ji bo gelemperiyê û hem jî ji bo taybetmendiyê bikaribe xizmetê bike dikim.
2- Pêşniyara min a girîng a duyemîn a ji bo reformê jî her çend ku ‘de facto’ be jî HDP dema ku xwe ji nû ve birêxistin kir bi îfadeyeke fermî divê ku ji gelemperiya Tirkiyeyê re xizmetê bike lê wekî hêzeke xeşîm ma. Ev cihgirtina di nav HDP’ê de bi awayekî mekanîk nîn e. Ev ji ber pêdiviya diyalektîk û civaka fermî ye. Tirkiyeyê zêdetirî 60 salan e kirine qurbaniya pratîka jihevcihêkirin û şerkirinê ya gladyoyê. Ev lîstik ber bi roja me ya îro ve herî zêde di ser kurdan de tê sazûmankirin. Di bin êrîşên li hemberî HDP’ê de jî ev rastî heye. Em vê lîstikê encax bi cihdayîna demokrasiya herêmî (lokal) a rêgezî bi yek-kirina di bin sîwaneke di asta neteweyî de (Bi tenê sîwan na, bi civaka neteweya demokratîk re) em dikarin xira bikin. Ango di rastiya Tikriyeyê de heta ku demokrasiya herêmî û neteweyî di heman pîvanê de neyên hûnandin nepêkan e ku bi awayekî rêkûpêk û bi tendurist em ji hawêr û penca gladyoya neolîberalîzma roja meya îro ya kapîtalîzmê derkevin.
Têkildarî reformên di van herdu xisûsên bingehîn de çawaniya partîbûyîna we ya nû ya herî berbiçav û xisûsa ku civak herîz êde pêdivî pê dibîne jî perwerdeya kadrobûyîn-rêxistinbûyînê ye. 20 salên dawî mixabin ku bi kadroyên di warê bîrdozî û rêxistingeriyê de qels û jar ve ya rastir bê awayekî bêkadro hat birêvebirin. Heta ku kadroyên ku ji pêdiviya polîtîkayên rojane re bibin bersiv neyên gihîştandin pratîkeke serkeftî jî nikare were nîşandan.
Partiya nû di esasê xwe de dê bibe dibistana gihandina kadroyan. Aliyê wî yê ku herî zêde dê pêşbikeve jî aliyê siyaseta akademîk e. Ji bo hemû pêdiviyên qadên civakî dê kadroyan pêş bixe û wan birêxistin bike. Bi awayekî zelal derketiye holê ku bi xeşîmtiyê ev kar naçe serî. Rêveberiya partiya nû jî ji bo pêdiviyên her qada (8 qadan min ji bo muzakereyan pêşniyar kiribû) civaka ku hewl dide bibe îradeya wê ya kolektîf heta ku divê, ewqasî ku pê pêdivî heye kadroyan perwerde neke û bi awayekî şûngirî birêxistin neke û wan li hemû herêman belav neke dê nikaribe serkeftî be.
3- Di vê xisûsê de polîtîkaya fermî ya neteweyî ji partiyê û ji şaredariyan re dihêle û rêveberiyên wê di nav HDP’ê de û di nav meclisên şaredariyan ên fermî de cih nagirin. Kurt û kurmancî îcrakirina polîtîkayên pratîk ên rojane ji HDP û şaredariyan re dihêle li cihê wê xwe bi kadrobûyînên mayînde yên bi maweya navîn û dûr û di hemû eniyên civakî de xwe birêxistinkirinê esas digire. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê ev cihêbûn encamên serkeftîtir derxîne holê. Ev yek dê neyê wateya ku di nava van herdu platforman de dê gerguhêzî tune be. Berovajiyê vê yekê dê li cihê xwe û di dema xwe de ev rêxistingerî dê ji gerhuhêziya platforman re jî derfetan ava bike.
4- Xisûseke din, hewcedariyeke binsesaziya modela netewe demokratîkbûnê vê reformê li me ferz dike. Li dijî neteweperestiyên şove ku înkar global kiriye, têkoşîn dayîn, mirov dikarin xwe bigihînin demokrasiya herêmî ya modela netewe demokratîkbûnê. Em ne di alî îdeolojîk, ne jî di alî pratîkê de em nayê vê lîstika netewperestiyê. Ji ber vê jî pêkanîna vê reformê ya ji aliyê BDP’ê ve, divê wek pêngava taktîk ya herî di cih de ku xitimandina polîtîk ya rojevî vedike, bê nirxandin. Di pêşerojê de ger hewce be dikare pêngavên taktîk yên nû bên avêtin û stratejî bên pêşxistin. Mînak di hilbijartinan de bi qasî ku têrî di koman bike, parlamenter bên hilbijartin, temsiliyeta komî ya her du partiyan jî dibe bibe taktîkek di cih de.”
Ocalan di dawiya peyama xwe de wiha dibêje: “Hevalên hêja, wek tê zanîn min di parêznameyên xwe yên dawî de zêde behsa çareseriya Netewe Demokratîkbûnê kir. Ji bo van hêmayên pratîk tespîtên polîtîk-pratîk û teorîk hene. Divê li ser xebatên partiyê ya dema nû kurbûnek pêk bê û divê hun îrade, daxwazê xwe re pêk bînin. Divê hun hewldana ku tempo û terza wê ava dibe, pêşkêş bikin. Dîroka bi gelek mînakên ku pirsgirêk bi rêbazeke din nayê çareserkirin tijeye. Bi daxwazên serkeftinê, silav û rêz.”