Partiya Merkel ji ber Erdogan rexne li hikumeta xwe kir
Yek ji giregirên CDU Nobert Rottgen, helwesta Serokwezîr Angela Merkel ku bi tolerans nêzî rejîma Erdogan dibe, rexne kir.
Yek ji giregirên CDU Nobert Rottgen, helwesta Serokwezîr Angela Merkel ku bi tolerans nêzî rejîma Erdogan dibe, rexne kir.
Hikumeta Elman a federal a bi serokwezaretiya Merkel, zextê li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê dike ku biryara 'pêvajoya muzakereyê ya bi Tirkiyeyê re bê dewamkirin' bide girtin. Vê helwesta hikumeta Merkel di nava partiya wê de jî rê li ber nerazîbûnan vekir.
Ji giregirên partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Norbert Rottgen helwesta bi tolerans a Serokwezîr Angela Merkel, ku nîşanî rejîma Erdogan dide, rexne kir. Rottgen ku di heman demê de Serokê Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Federal e, destnîşan kir, ku bi referandûma 16'e Nîsanê ya li ser guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê re, xeta sor a Yekîtiya Ewropayê hatiye derbaskirin.
Rottgen ji qenala televîzyonê ARD re axivî û got, "Her kes dizane, endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê xeyal e." Rottger Wezîrê Karên Derve Gabrîel rexne kir, ku tevî vê rastiyê jî sozan dide û got, "Ez Serokwezîr Merkel fêhm dikim. Ji bo Yekîtiya Ewropa parçe nebe di nava hewldanan de ye. Lê belê divê em êdî bibînin, ku Tirkiye ji xeta sor derbas bûye. Li Tirkiyeyê di pratîkê de dewleta hiqûqê û demokrasî qediya ye."
Wezîrên Karên Derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê roja Înê li Maltayê li hev civiya bûn û di encama zexta Elmanyayê de biryar da bûn, ku tevî krîzan jî danûstandinên endametiya bi Tirkiyeyê re bidomin.