Partiya Keskan a Swîsre: Divê hêzên navnetewî tevbigerin

Partiya Keskan a Swîsre got, ‘’Dewleta Tirk peymanên navnetewî binpê kirine û li dijî Efrînê hewldana dagirkirinê daye destpêkirin.’’ Keskan diyar kirin ku dewleta Tirk sivîlan dike hedef û bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî dewleta Tirk tevbigerin.

Partiya Keskan a Swîsre got, ‘’Dewleta Tirk peymanên navnetewî binpê kirine û li dijî Efrînê hewldana dagirkirinê daye destpêkirin.’’ Keskan diyar kirin ku dewleta Tirk sivîlan dike hedef û bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî dewleta Tirk tevbigerin.

Helwestên li dijî hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê didome. Piştî Parlamenterên Partiya Sosyalîst Swîsreyê îro jî Partiya Kesk a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, bi tundî êrîşkariya dagirker a dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir.

 ‘DEWLETA TIRK PEYMANÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE’

Di daxuyaniyê de hewldana dagirkirina Efrînê bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin, ‘’Ti hinceteke mafdar a hewldana dagirkirina dewleta Tirk nîn e’. Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk peymanên Neteweyên Yekbûyî şermezar dike.

‘SIVÎLAN DIKE HEDEF’

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk li Efrînê sivîlan dike hedef û hate gotin, ‘’Qurbaniyên pêşî yên êrîşkariya  leşkerî ya dewleta Tirk a li ser Efrînê bûne jin, zarok û penaberên ku ji DAÎŞ’ê reviyane û xwe li Efrînê girtine. Ji ber sedema êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê rewşa însanî her ku diçe giran dibe.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin hikûmeta Tirk hiqûqa navnetewî binpê dike û bi hewldana dagirkeriya li ser Efînê dixwaze berjewendiyeke siyasî bi dest ve bîne û wiha domand: ‘’Li Tirkiyê mirovên ku li dij vê dagirkeriyê dertên, derdorên siyasî û parazvanên mafê mirovan, bûne hedefa hikûmeta Tirk. Em Kesk zexta dewleta Tirk a  li ser derdorên demokrat û êrîşên li ser çapemeniyê şermezar  dikin û em dixwazin nûnerên parazvanên mafê mirovan, nûçegihan û hemû girtiyên siyasî yên ku hatine girtin werin berdan.’’

 ‘DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWÎ WERIN BERDAN’

Keskan di serî de Konseya Federal a Swîsreyê bang li hêzên navnetewî kir ku li dijî hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk ku yasayên navnetewî binpê dike tevbigerin û got, ‘’Divê em li rex Kurdan bin ku bi şerê dijî DAÎŞ’ê nirxên mirovahiyê parastin.’’

DAXWAZ:

Di daxuyaniyê de Keskan ji Swîsreyê ev xwestin:

Swîsre, ew cihê ku Peymana Cinêvê lêh atiye danîn, divê bi rengekî zelal hewldana dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bike, divê bang li Tirkiyê bike ku hem li welatê xwe û hem jî li derveyî sînor divê hurmetê ji Kurdan re bigire.

Swîsre divê bi lezgînî ji bo sivîlên Efrînê alîkariya mirovî bişîne.

Swîsre di têkiliya bazirganiyê de, ya bi Tirkiyê re divê mafê mirovan ji xwe re esas bibîne.

Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin,’’Em Keskên Swîsre hemû çalakiyên aştiyane yên bi mebesta şermezarkirina hewldana dagirkerina Efrînê ya dewleta Tirk destek dikin.’’