Hevserokan bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin, li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan û jiholêrabûna demokrasiyê ji 15’ê Tîrmehê û vir ve ketiye teşeyekî nû, nûçegihan, wekîl, nûnerên rêxistinên civakî têne girtin û azadiya derbirînê ji holê hate rakirin.
Stalhammar û Frîdolîn diyar kirin, geşedanên li Tirkiyê fikarên giran bi wan re çêdike û xwest ku dewleta Tirk hurmetê ji nirxên demokrasiyê û mafê mirovan re nîşan bide, bi muxalefetê re diyalogê bide destpêkirin, bi PKK’ê re dîsa dest bi hevdîtinên aştiyê bike û wekîlên ku girtine serbest werin berdan.