Partiya Karker a Arjantînê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Partiya Karker a Arjantînê (Partîdo de Trabajadores) bi peyamekê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Partiya Karker a Arjantînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em damezrînerê PKK'ê ku 20 sal in bi rengekî neheq girtî ye şervanê mezin Abdullah Ocalan silav dikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em destnîşan dikin ku em bi gelê Kurd re ne ku ji bo çîna karker û ji bo afirandina civakeke dûrî zext û mêtingeriyê têdikoşe. Têkoşîna şervanên Kurd ku roj bi roj şoreşa jinê û gelan ava dikin, ji bo me gelekî hêja ye, destanî ye û mînake. Jinan bi dehan salan sebir kirin û bi keda xwe li dijî baviksalariyê, li dijî Dewleta Îslamê û delweta Tirk a qirker rawestiyan û pêşengî ji şoreşê re kirin. Em yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Leyla û Fîdan bi bîr tînin ku ji aliyê tetîkkêşên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Em di heman demê de damezrînerê PKK'ê, şervanê mezin Abdullah Ocalan silav dikin ku 20 sal in bi rengekî neheq girtî ye. Hûn, gel hemû û em ji bo azadiyê şer dikin. Eger Kurdistan bi ser bikeve em ê jî bi ser bikevin."

Partiya Karker a Arjantînê hovîtiya artêşa Tirk şermezar kir û hêzên YPG û YPJ'ê jî ji ber berxwedana wan silav kir.