Partiya Çep rewşa Rojava ji hikûmeta Merkel pirsî!

Partiya Çep rewşa Rojava ji hikûmeta Merkel pirsî!

Partiya Çep, ji bo hikûmeta Merkel bersivê bide pêşniyarpirsek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî Meclîsa Federal kir.

Partiya Çep (Die Linke) ya li Meclîsa Federal xwedî 75 parlamenteran e, der barê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de pêşniyarpirsek pêşkêşî meclîsê kir. Di pêşniyarpirsa bi mora Serokê Koma Partiya Çep a li Parlamenta Federal Gregor Gysi de, ji hikûmeta bi Serokwezaretiya Angela Merkel rewşa Rojava hat pirsîn. Di pêşniyarpirsê de, li gel bibîrxistina rewşa li Rojavayê Kurdistanê ev pirs hatin kirin:

- Ji Tîrmeha 2013'an û vir ve der heqê rewşa li bakurrojhilat û bakurê Sûriyê ku Kurd lê dijîn, hikûmet xwedî çi agahiyan e?

- Hikûmet xwedî agahiyan e ku ji Tîrmeha 2013'an û vir ve kîjan kom êrîşî herêma Kurdan a li bakurê Sûriyê dikin?

- Haya hikûmetê ji armancên siyasî yên van koman heye? Kîjan ji van koman di lîsteya rêxistinên terorîst ên YE, DYE û NY de cih digirin? Endamên van koman ên ne ji Sûriyê hene?

- Di nava komên mijara gotinê de, cîhadvanên ji Elmanyayê çûne hene? Hikûmet xwedî agahiye ku ev kom ji aliyê Artêşa Sûriyê ya Azad ve tê rêvebirin? Haya hikûmetê heye ku li heêma Raqqa ya bakurê Sûriyê plan tê kirin ku dewleta Îslamî bê avakirin?

- Haya hikûmetê ji komkujiyên giştî, revandina sivîlan û bikaranîna sivîlan di pevçûnan de heye?Di navbera 31'ê Tîrmeh û 1'ê Tebaxê de li Til Eran û Til Hasilê çiqas mirovên sivîl hatin kuştin? Her weha der barê komkujiyan de çi agahî hene?

- Haya hikûmetê ji civîna fermandarên Artêşa Sûriyê ya Azad a 26'ê Tîrmehê li Dîlokê heye? Di vê civînê de biryar hat dayîn ku piştgiriya çekan ji El Nûsra re bê dayîn?

-Hikûmet dizane ku komên cîhadî yên mîna El Nûsra ji nava sînorên Tirkiyê derbas dibin û êrîş dikin? El Nûsra ji hêzên ewlekariya Tirk ve piştgirî dît? Agahî hene ku êrîşkarên birîndar li nexweşxaneyên Tirk tên dermankirin?

- Rast e ku ji destpêka meha Tebaxê û pê ve 180 endamên El Qaîdeyê ku piraniya wan welatiyên Îngilîzin li ser Stenbolê derbasî Sûriyê bûne? Haya hikûmetê ji kîjan nêrînên hikûmeta Tirk a der barê El Nûsra de heye?

- Der barê rewşa herêma Kurdan a li bakurê Sûriyê de, çi agahî gihaştine navenda parastina hewayî ya NATO ku artêşa Elman serkêşiya wê dikin û li Tirkiyê ye? Tengezarî û pevçûnên li herêmê ji aliyê vê komê ve tê zanîn?

- Ji Tîrmeha 2013'an û pê v, piştî pevçûnên li herêma Kurdan destpê kirin, hikûmet ji bo Yekitiya Ewropa alîkariya însanî bişîne ket nava tevgerê, dikare bikeve nava tevgerê? Der barê pêkanîna alîkariya însanî de çi agahiya hikûmetê heye?