Partiya Çep ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê serî li Meclîsê da

Partiya Çep ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê serî li Meclîsê da

Partiya Çep a li Elmanyayê mûxalefeta bingehîn e, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê ya ya 21 sal tijî kir, kete nava tevgerê. Partiya Çep ji bo rakirina qedexeyê serî li meclîsa federal da. Partiyê destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd motora demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e û xwest, qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin.

Qedexeya li ser PKK'ê, ku di 26'ê Mijdara sala 1993'an de ji aliyê hikûmeta Helmut Kohl ve hat aşkerakirin, di meha bihurî de 21 sal li dû xwe hişt. Bi taybetî, ji ber têkoşîna mehên dawî ya bi pêşengiya PKK'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tê meşandin, li Elmanyayê gelek derdor ji bo rakirina qedexeyê hemfikir in.

Tevî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Steinmeier ê di got, "Qedexeya li ser PKK'ê wê dewam bike, ji bo rakirina qedexeyê sedemên têrker nîne" jî hêzên çep û demokrat israra xwe ya ji bo rakirina qedexeyê dewam dikin. Platforma "Bundiss Gegen IMK" a ji 84 tevgerên çep ên Kurd, Elman û Tirkiyeyî, roja Şemiyê bi meşekê xwestibû qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

Di mijara rakirina qedexeyê, bala her kesî çûye ser konferansa wezîrên karên derve yên 16 eyaletên Elmanyayê, ku wê di 11-12'ê Kanûnê de li Kolnê pêk were. Tê payîn ku mijara qedexeya li ser PKK'ê bê rojevê. Beriya konferansê, Partiya Çep a li mûxalefeta bingehîn, ji bo rakirina qedexeyê serî li Meclîsa Federal da.

"KURD LI ROJHILATA NAVÎN MOTORA DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ NE"

Koma Partiya Çep der barê mijarê de daxuyaniyek da, parçebûna Kurdistanê ji aliyê çar dewletan ve bibîr xist û bal kişand ser têkoşîna milîtanên PKK û şervanên YPG/YPJ'ê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin. Partiya Çep ev bang kir:

"PKK, ji ber zext û qedexeyên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan derket holê. Tevgera Azadiyê ya Kurd îro bi rêveberiyên herêmî re, ji bo jiyanê têdikoşe. Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo parastina mafên jinan û hindikahiyan dixebite, li Rojhilata Navîn motora demokratîkbûyînê ye.

Hikûmeta Tirk jî bi PKK'ê re ji bo pêvajoya aştiyê muzakere dike. Rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê were wateya zext li Enqereyê, ku ji bo rêveçûna pêvajoyê reformên rasteqîn bicih bîne. Ji ber van hemû sedeman Partiya Çep ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê serî li Meclîsa Federal da."