Partiya Çep a Swêdê: HDP pêşeroja Tirkiyeyê ye

Li paytexta Swêd Stockholmê, bi armanca destekkirina HDP'ê şevek hat lidarxistin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, bi armanca destekkirina HDP'ê şevek hat lidarxistin. Şev duh êvarê bi beşdariya zêdeyî hezar kesî li paytext Stockholmê pêk hat.

Ji Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe pêşkêşiya şevê kir û di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û bang li hilbijêrên li Swêdê dijîn kir ku di 24-25'ê Cotmehê de li Stockholmê dengê xwe bidin HDP'ê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna mirovên di meşa aştiyê ya Enqereyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, Parlamenterê Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat Serkan Kose peyivî. Kose HDP silav kir û got, "HDP a aştiyê diparêze, ji aliyê hin hêzan ve weke gefekê tê dîtin. Bi bikaranîna her rê û rêbazî re êrîşî HDP'ê dikin". Kose destnîşan kir ku weke sosyal demokrat wan destek dane HDP'ê û ew ê vê desteka xwe bidomînin.

Lîderê Partiyê Çep Jonas Sjostedt jî di axaftina xwe ya li vê derê de bibîr xist, ku ji salên 1970'ê û vir ve ew destekê didin têkoşînên azadiyê yên Kurdan û da zanîn ku heta Kurd bibin xwedî mafên xwe, ew ê vê desteka xwe bidomînin.

SERKETINA KOBANÊ, RÊYA BER BI CÎHANEKE BEDEWTIR NÎŞAN DIDE

Sjostedt da xuyakirin, ku Kurd îro ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelên li welatên lê dijîn xwedî roleke diyarker in û destnîşan kir, ku Kurd ji bo pêkhatina demokrasiya li Tirkiye, Sûriye û Iraqê roleke diyarker dilîzin.

Sjostedt got, "DAIŞ a faşîst, li Kobanê bi derbên giran têk çû. Ji destpêkirina şerê tirsnak ê Sûriyeyê û vir ve yekane rewşa herî erênî, serketina Kurdan a li Kobanê ye. Serketina Kobanê rêya ber bi cîhaneke bedewtir nîşan dide. Ev serketin, bêyî têkoşîna Kurdan, nepêkan bû."

ERDOGAN NEÇARE HURMETÊ NÎŞANÎ DEMOKRASIYÊ BIDE

Sjostedt di dewama axaftina xwe de ragihand ku li Tirkiyeyê jî HDP, ji bo hemû gelên aştî, demokrasî û azadîxwaz; pêşeroja Kurd, Asûrî, Ermenî û tevahiya Tirkiyeyê ye û diyar kir, ku AKP û Erdogan ji bo pêşî li serketineke nû ya HDP'ê bigire, serî li her rê û rêbazan dide.

Sjostedt anî ziman ku weke Partiya Çep ew êrîşên li hemberî avahiyên HDP'ê, êrîşên li dijî gelê Kured û girtina mirovan şermerzar dikin û ji AKP û Erdogan re got, "Erdogan ev demokrasî nîne. Hurmetê nîşanî gel bide. Hurmetê nîşanî demokrasiyê bide. Hurmetê nîşanî HDP'ê bide."

JI BO WEKHEVÎ Û AZADIYÊ DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê

Sjostedt di dewama axaftina xwe de ev xal destnîşan kir: "Em dixwazin di 1'ê Mijdarê de hilbijartineke adîl bê kirin. Em dixwazin êrîşên li hemberî HDP'ê, rêxistinên çep û Kurdan tavilê bên sekinandin. HDP pêşeroja Tirkiyeyê ye. HDP nîşan dide ku pêşeroj bi çi rengî ye. Hurmeta li mafên hindikayiyan, li mafên Kurdan, li mafên Ermenî û Suryaniyan, li mafên Tirkan yekane pêşeroj e. HDP wê vê pêk bîne."

Sjostedt ji bo pêşerojeke wekhev bang li hilbijêran kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê. Sjostedt axaftina xwe bi sê caran qîrîna dirûşma "Bijî HDP" bi dawî kir.

Piştî axaftina Sjostedt parlamentera HDP'ê Leyla Zana, Nûnerê HDP'ê yê Swêdê Hasan Bozlak, Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji Partiya Keskan Kurdo Baksî, ji Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê Latîfe Fegan, ji Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) Huseyîn Yilmaz axivîn û bang li hilbijêran kirin, ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Di şevê de her wiha Bengî Agriî, Alî Çagan, Hasan Tercan, Rojhat, Koma Heval, Koma Med derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

...