Partiya Babacan DEVA hate avakirin

Serlêdana avakirina Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) ya bi serokatiya Alî Babacan pêk hat.

Xebatên avakirina partiyeke nû ya bi serokatiya Alîkarê Berê yê Serokwezîrtiyê Alî Babacan temam bû. Daxwaznameya avakirina partiya nû ya bi navê Partiya Demokrasî û Pêngavê (DEVA) radestî Wezareta Karê Hundir kirin.

Di nava heyeta derbasî wezaretê bû parlemeterê berê yê AKP’ê Emîn Ekmen, Serokê berê yê TUÎK’ê Bîrol Aydemîr, waliyê berê Hasan Canpolat û parlemeterê berê yê AKP’ê Îdrîs Şahîn jî hebû.

Di lîsteyê de di rewaş parlementeriyê de Mûstefa Yeneroglû yê ji AKP’ê îstifa kiribû hebû.

Parlementerê berê yê AKP’ê û serokê berê yê Mezlûm Der Ahemt Farûk Unsal, wezîrên berê Selma Aliye Kavaf, Nîhat Ergûn, Sadulah Ergîn û Idrîs Şahîn di Desteya Damezrîneriyê de hene.