Partiya Azadiya Mezopotamyayê banga ‘NA’ kir

MOP bang li gelên Asûrî, Sûryanî û Kildanî yên li Tirkiyeyê kir ku di referandûmê de li dijî Distûra Bingehîn a diktatoriyê dengê ‘Na’ bikar bînin.

Partiya Azadiya Demokratîk (MOP), îro daxuyaniyek da û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên rejîma AKP/Qesrê û wiha got: “Bi taybet tirsa herî mezin a vê sîstemê; lihevnekombûna pêkhatiyên cuda, neaktîvbûna têkoşîna demokrasiyê ya ciwanan û jinane.”

Di dewama daxuyaniya MOP’ê de ev tişt hate gotin:

“Ev tam çerxeke ku gelê me, gelan ji vê hişmendiyê êşên mezin kişand. Ji bo ev êş çerxeke din neyê jiyîn, ji bo pêşerojekî bi rûmet û pêkvejiyanekî wekhev û demokratîk, divê em bêjin ‘NA’!

Ji bo dewleta Tirk, bi sûcê hişmendiya xwe ya faşîst a îslamê re hevrû bibe, divê em bêjin ‘NA’!

Ji bo hemû girtiyên sîyasî û azadiya Birêz Ocalan, ji bo ciwan û jin di têkoşîna demokrasiyê de hê zêdetir rol bilîzin, divê em bêjin ‘NA’!

Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn ji vê kaosê rizgar bibe, divê em bêjin ‘NA’!

Ji bo demokrasiya gelê xwe, azadî û rûmeta xwe, divê em bêjin ‘NA’!