Partiya Azadîparêz û Mirov: Em destekê didinHDP û Demîrtaş
Partiya Azadîparêz û Mîrov ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê banga piştgirîdayîna HDP û Demîrtaş kir.
Partiya Azadîparêz û Mîrov ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê banga piştgirîdayîna HDP û Demîrtaş kir.
Partiya Azadîparêz û Mirov ji ber ku partiyeke nû hatiye damezrandin, ji ber vê sedemê beşdarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê nebû.
Sekreterê Partiya Azadîparêz û Mirov Mehmet Kamaç têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê li avahiya partiya xwe ya Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku di hilbijartinan de piştgiriya HDP û Demîrtaş dikin.
Kamaç diyar kir ku rewşa li welat êdî nayê jiyîn û ji bo hemû kesê daxwaza edalet û azadiyê kir.
Kamaç wiha axivî; “Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de, di hilbijartina Serokkomariyê de em piştgiriyê didin Rêzdar Selahattîn Demîrtaş ê ku nûnertiya 6 mîlyon kesan dike. Di hilbijartinên parlamentoyê de jî ji bo hilweşandaina benda hilbijartinê ya bê edalet em piştgiriya HDP’ê dikin.”