Partiya Çepgir a Swêdê piştgirî da Kurdan

Swêdê hin Kurdên penaber wekî ‘gefa li dijî ewlekariya welat’ diyar kiribû û xwestibû wan dersînor bike. Partiya Çepgir bertek nîşanî vê biryarê da û ji bo piştgiriya Kurdan kampanya da destpêkirin.

Di serê Hezîrana par dosyeya kuştina serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme hatibû girtin û hatibû diyarkirin ku tu têkiliya PKK’ê bi kuştina Palme tune. Swêd ji dêvila ku lêborînê ji Kurdan bixwaze, zextên li ser Kurdan zêdetir dike.

Partiya Çepgir bi pirsnameyekê zextên li ser Kurdan anî rojeva parlementoyê û ji bo piştgiriya Kurdên ku Swêd dixwaze wan dersînor bike, kampanya da destpêkirin.

Derbarê kampanyayê parlementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svennelig û Seroka Koma Şaredariyê ya Orebroyê ya Partiya Çepgir Martha Wîcklûnd daxuyanî dan.

Svennelîng diyar kir ku berê jî anîbû rojevê ku hikumeta Swêdê ciwanê Kurd ê bi navê Resûl Ozdemîr (23) salî bi awayekî korsanwarî bi balefireke taybet revandibû û teslîmî dewleta Tirk kiribû. Svennelîg derbarê vê meseleyê de rexneyên giran li hikumeta Swêdê kiribû.

NAHÊLIN KU KURD LI HEMBERÎ SÛCDARIYAN XWE BIPARÊZIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mafê mirovan heye ku li hemberî sûcdariyan xwe biparêzin û vî mafê Kurdan nayê pêkanîn. Di vê meseleyê de qala rewşa Zozan Buyuk hate kirin. Buroya Koçberan a Swêdê biryar dabû ku Zozan Buyuk a ku 5 salê berê ji Belçîkayê hatibû, dersînor bike. Polîsên Ewlekariya Swêdê Sapo diyar kiribû ku Buyuk ji bo welat gefeke mezin e û xwestibû wê dersînor bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa Buyuk ne îstîsna ye û qedera gelek Kurdan wisa ye.

Endama Desteya Rêveber a Forûma Çep a Navneteweyî Yekbûn Alp derbarê kampanyayê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê ji bo Kurdên serlêdanên wan ên îltîcayê tên redkirin, wan kampanya dande destpêkirin.

Alp diyar kir ku ji ber fikrên wan ên siyasî zextên sîstematîk li Kurdan tê kirin û got “Mesele ne bi tenê astengkirina dersînorkirina Kurdan e. Mesele ev e ku PKK hê jî di lîsteya rêxistinên terorê de ye. Divê PKK ji vê lîsteyê were derxistin. Ji ber dosyeya kuştina Palme hate girtin û Serdozger di civîna çapemeniyê de eşkere kir tu têkiliya Kurdan bi cînayetê tune, ji dêvila ku Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze, zextên li ser Kurdan zêde kiriye. Ji bo beşdariya vê kampanyaya ku em zextên li ser Kurdan şermezar dikin, em ê axaftina xwe bikin vîdeo bang bikin. Ji bo vê kampanyayê me bangî hemû endamên meclîsê û seroka wan kir. Em dixwazin PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin. Divê em ji bîr nekin ku PKK li Şengalê li dijî DAÎŞ’ê şer kir û ewlekariya me pêk anî.”

Swêd yek ji wan welatên sereke ye ku herî zêde ji wir kes ji welatên Ewropayê tevlî nav refên DAÎŞ’ê bûne. Swêdê heta demeke dirêj çavê xwe ji vî tiştî re digirt ku DAÎŞ li camiyan meleyan seferber dike. Piştî ku DAÎŞ’ê derbeke xurt xwar, Swêdê derbarê meleyan lêpirsîn hate destpêkirin. Swêdê di dawiya sala 2019’an de biryar dabû ku 6 meleyên li ser ewlekariya welat gef in, dersînor bike lê piştre biryara xwe guherand û meleyên 6 meh in girtî bûn, serbest berdabû.

Dema ku Kurd tên dersînorkirin û dersînorkirina DAÎŞ’iyan tê sekinandin, aliyên çepgir û pêşverû bertekek xurt nîşan dabûn. Parlementerê Partiya Mûhafazakar Lars Beckman par rewşa meleyan anîbû rojevê û bertek nîşanî dersînornekirina wan dabû.