Partiya Çepgir a Swêdê nerazîbûn nîşanî qeyyûm da

Parlementerên Partiya Çep nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da û diyar kirin ku wê qebûl nekin ku hikumeta AKP’ê îradeya gel xesp bike.

Parlementerê Partiya Çep Amîneh Kakabaveh ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Erdogan di hilbijartina herêmî de derbeke mezin xwaribû û ji ber tirsa desthilatdariya xwe winda bike, bêtir êrîşkar bûye. Kakabaveh got ku “Erdogan li bajarên mezin têk çû û bi êrîşa li ser Kurdan dixwaze heyfa xwe hilîne. Erdogan ne ku ji ber xurt e, ji ber ku ne xurt e van tiştan dike. Rejîma AKP’ê bi sûcdariyên bêbingeh dixwaze hemû Kurdan bêdeng bike. 5,6 sal in gelek rojnameger, rewşenbîr, şaredar û parlementerên Kurd avêtine girtîgehê. Tirkiye xwe ji endamtiya Yekîtiya Ewropayê re amade dike lê van tiştên ku pêk tên, nayê qebûlkirin. Divê nûnerên gel vegerin ser peywira xwe û karibin bixebitin. Di heman demê de rojnameger, akademîsyen û nûnerên gelê Kurd divê serbest werin berdan.”

Parlementerê Partiya Çep Danîel Rîazat jî got ku “Rejîma AKP’ê bi desteserkirina şaredariyan faşîzma xwe didomîne. Berê jî şaredar ji peywirê stend û ew avêt girtîgehan, ev jî diyar dike ku AKP gelekî ditirse. Divê em têkiliya di navbera rêxistinên Partiya Çep û şaredariyên HDP’ê zêdetir bikin. Divê em hejmara şaredariyên bira, zêdetir bikin.

Serokê Partiya Çep Jonas Sjostedt jî wezîfedarkirina qeyûman a li sê bajaran protesto kir. Sjostedt diyar kir ku di hilbijartina dawîn de ew jî li Wanê çavdêr bû û got ku “HDP li hemberî zextên Tirkiyeyê bi ser ketibû. Niha jî şaredar ji aliyê Erdogan ve ji peywirê tên stendin û gelek kes tên destgîrkirin. Divê cîhan nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Sjostedt diyar kir ku wê Partiya Çep hevgirtina bi HDP’ê re zêdetir bike.