Partiya Çepên Kesk: Armanca êrîşan li dijî yekitiya Kurdan e

Partiya Çepên Kesk êrîşa li avahiya Nûneriya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê hat kirin, şermezar kir û îşaret pê kir ku êrîş li dijî destkeftî û yekitiya Kurdan hatiye kirin.

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk li ser êrîşa bi çekan a li Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûrê Kurdistanê ku kesek hat qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 ‘BAREGEHA SÛÎKASTÊN LI WELATPARÊZAN’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa li KNK’ê êrîşek e ku li yekitiya neteweyî ya Kurdan û destkeftiyên wan e û ev tişt hatin destnîşankirin: ‘’Êrîşa li Hewlêrê ku bajarekê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ye, li KNK’ê hat kirin, êrîşek e ku li dijî yekitiya neteweyî ya Kurdan hatiye kirin. Em êrîşa li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hatiye kirin, şermezar dikin. Bila serê xizmên Denîz Cevdet Bulbul ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da û serê Kurdan sax be. Bi taybetî Hewlêr û Silêmaniyê, mixabin bûne baregehên sûîkast û êrîşan ku li Kurdên welatparêz tên kirin.’’

 ‘EM Ê PARASTINA BERJEWENDIYÊN GELÊ XWE BIKIN’

Hat gotin ku hêzên ev êrîş organîze kiriye, bloka herî mezin a dijminên Kurdan e û ev tişt hatin destnîşankirin: ‘’Demên dawîn êrîşên hevpar ên hêzên dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin û hevkarên wan her ku diçe zêde dibin. Ji bo vemirovandina ruhê yekitiya neteweyî ya Kurd serî li her rêya qirêj tê dayîn. Ev êrîşa li KNK’ê hat kirin, dewama êrîşên bi armanca tunekirina destkeftiyên Kurdan e. Em nahêlin qetlîamên çar alî li Kurdan tên kirin, bibin ji rêzê û asayî. Li dijî bloka şer ku bi êrîşên li Hewlêrê û Silêmaniyê dixwaze pirsgirêka Kurd mezintir bike, em ê parastina berjewendiyên gelên xwe bikin û tê bikoşin.’’