Partiya Çep, rakirina qedexeya li ser PKKê xist bernameya partiyê

Dîe Lînke (Partiya Çep) ku sêyemîn partiya herî mezin a li Elmanyayê ye, li bajarê Hannoverê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de, rakirina qedexeya li ser PKK'ê xist bernameya partiya xwe.

Dîe Lînke (Partiya Çep), ku li Meclîsa Federal a Elmanyayê partiya mûxalefeta bingehîn e, di dawiya vê hefteyê de li bajarê Hannoverê kongreya xwe pêk anî. Kongreyê du rojan dewam ikr û bernameya partiyê ya ji bo hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê hate qebûlkirin.

Ji zêdekirina alîkariya civakî heta girtina baca zêde ji dewlemendan û vekişandina leşkerên li derveyî welat, gelek mijar di bernameya partiyê de hatin bicihkirin. Partiya Çep, di bin sernavê "Karên Hundir" de ev xal li bernameya xwe bi cih kir: "Divê nêrîna bi çavê îstîxbaratê were guhertin; qedexeya li ser PKK'ê were rakirin."

Wezareta Karên Hundir a Elman, di 26'ê Mijdara 1993'an de bi biryarekê, karê PKK'ê yê li vî welatî qedexe kiribû. Di bultena qedexekirina PKK'ê de, ku ji aliyê hikumeta Kohl a wê demê ve hate amadekirin û ji 53 rûpelan pêk dihat, hatibû destnîşankirin, ku PKK ji ber berjewendiyên derveyî welat hatiye qedexekirin.

Têkildarî vê qedexeyê, ku Kurdên li Elmanyayê tê krîmînalîzekirin, Partiya Çep di meha Gulanê de pêşnûme pirsek pêşkêş kiribû. Hikumeta Merkel jî di bersiva xwe ya ji bo pêşnûme pirsê de îdîa kiribû, ku qedexeya li ser PKK'ê pêwendiya xwe bi "ewlekariya navxweyî ya Elmanyayê heye" û ev qedexe parastibû.

Partiya Çep (Dîe Lînke), ku hilbijartinên sala 2013'an de 8,6 ji sedî yê rêjeyê dengan stand, piştî ku Partiyên Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU-CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) hikumeta koalîsyonê ava kirin, bû partiya bingehîn a mûxalefetê.

Di anketên beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê de, rêjeya dengê Partiya Çep 10-11 ji sedî xuya dike.