Parlementeriya Tûgba Hezer a HDP’yî hate betalkirin!

Komîsyona Tevlîhev a Meclîsê biryara betalkirina parlementeriya Parlemetera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezar da.

Komîsyona Tevlîhev a Meclîsê, bi hinceta "bêdewamiyê" biryara betalkirina parlementeriya Parlementera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer Ozturkê da. Komîsyon îro civiya û piştî parêziya Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, bi dengdayîneke zêde ya endamên komîsyonê betalkirina parlementeriya Hezerê hat dayîn.

Biryara ku di derbarê Hezer de hatiye dayîn, wê di rojên pêş bibe rojeve Desteya Giştî ya Meclîsê. Eger Desteya Giştî jî heman biryarê bide, wê parlementeriya Hezer bê betalkirin.