Parlementerên HDP’ê “Nobeta Berxwedanê” dan destpêkirin

Parlementerên HDP’ê piştî ku li Amedê civîna komê li dar xistin, “Nobeta Berxwedanê” dan destpêkirin.

HDP’ê bi slogana “Em nesekinin, em bidin sekinandin, em faşîzmê bidin sekinandin” civîna xwe ya komê ya meclîsê li Amedê li dar xist. Polîsan nehiştin ku gel beşdarî civîna komê ya li parka Ekîn Cerenê ya Amedê bibin. Parlementeran li parka ku polîsan dora wê girtin û nehiştin gel beşdar bibe, civîna xwe ya komê li dar xistin.

Parlementerên HDP’ê diyar kirin ku Tirkiye bûye girtîgeheke servekirî û piştî civîna komê bi gerandina pêgermokê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Piştî protestoyê “Nobeta Berxwedanê” hate destpêkirin. HDP’yiyan li ber bariyerên polîsan dest bi Nobeta Berxwedanê kirin û têkildarî pêşveçûnên di rojevê de sohbetê dikin.

Rêveberên partiyê jî piştgirî dan Nobeta Berxwedanê. Parlementerên HDP’ê wê serê her saetê daxuyaniyekê bidin û her roj di saet 11.00’an de wê daxuyaniya çapemeniyê bidin.

BEŞDARÊN NOBETÊ

Parlementerên HDP’ê yên ku wê heta 31’ê Tîrmehê Nobeta Berxwedanê bigirin. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlementerên Stenbolê Huda Kaya, Garo Paylan, Parlementerê Semsûrê Behçet Yildirim, Parlementerên Amedê Feleknas Ûca, Nîmettûlah Erdogmûş, Ziya Pîr, Parlementerê Îzmîrê Muslum Dogan, Parlementera Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr.

Piştî Amedê wê Nobeta Berxwedanê li Stenbol, Wan û Îzmîrê were lidarxistin. Wê her carê 10 parlementer beşdarî Nobeta Berxwedanê bibin

HETA 4’Ê MIJDARÊ CIVÎN Û MÎTÎNG

HDP’ê piştî “Deklarasyona Çareseriya Demokratîk” a ku ji 9 xalan pêk tê, bernameya çalakiyan eşkere kiribû. Partî wê heta 4’ê Mijdarê civînên gel û mîtîngên mezin ên herêmî li dar bixe.