Parlementerên HDP'ê dest bi gireva birçîbûnê dikin
Parlementerên HDP'ê dest bi gireva birçîbûnê dikin
Parlementerên HDP'ê dest bi gireva birçîbûnê dikin
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê û cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, di rûpela twitterê de diyar kir ku bi boneya reda daxwaza berdana 2 parlamenetrên BDP'ê şermezar bike 4 parlamenter li Meclisê dest bi greva birçîbunê dikin. Onder bang li hemû parlamenteran kir û xwest hemû kesên piştgiriyê didin berdanê, tevlî çalakiyê bibin.
Piştî Dadgeha Makezagonê der barê parlamenterê CHP'ê yê Îzmirê Mustafa Balbay de biryara berdanê da û parlamenterê CHP'ê Balbay serbest hat berdan, parezerên Parlamenterên BDP'ê jî ji bo Parlamenterên BDP'ê serbest bên berdan serî li Dozgeriyan dan. Parêzeran xwest parlamenterên kurd Îbrahim Ayhan, Gulser Yildirim, Kemal Aktaş, Faysal Sariyildiz û Selma Irmak serbest bên berdan. Dozger jî li ser daxwaza parêzeran ji bo Parlamenterê BDP'ê yên Rihayê Îbrahîm Ayhan û ya Mêrdînê Gulser Yildirim serbest bên berdan mutaala amede kir û daxwaza berdanê kir. Îro ji dozger ji bo parlamenterên BDP'ê yên Şirnexê Faysel Sariyildiz, Selma Irmak û parlamenterê Serbixwe yê wanê Kemal Aktaş serlêdan kir. Lê heyeta Dadgehê daxwaza berdana Îbrahim Ayhan û Gulser Yildirim red kir. Li ser biryara dadgehê Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê û cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder, di rûpela twitterê de diyar kirin ku bi boneya reda daxwaza berdana 2 parlamenetrên BDP'ê şermezar bike dest bi greva birçîbunê dikin. Onder, anî ziman ku ji bo parlamenterên girtî dê dê 4 parlamenterên HDP'ê li Meclisa Tirkiyeyê dê dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, ani ziman ku bi biryara hatiye dayîn nişan didin ku li Tirkiyeyê du hiqûq hene û wiha got: "Hiqûqek li Rojava û hiqûqek li Kurdistanê heye. Ji bo parlamenterên girtî bên berdan Dadgeha Makeqanûnê biryar da. Dema em li vê biryarê û encama wê dinerin em dibînin ku li Tirkiyeyê du hiqûq hene.”
Kurkçu, da zanîn ku dê 4'ê parlamenterên HDP'e li Meclisê sibê dest bi gireva bêdem bikin û wiha got: "Em dê sibê nîvro dest bi girevê bikin. Dema wê ne diyar e. Kengî gav bên avêtin wê demê em dê dest jê berdin."