Parlementerên girtî: Ji bo kurdan hiqûq cuda pêşdikeve
Parlementerên girtî: Ji bo kurdan hiqûq cuda pêşdikeve
Parlementerên girtî: Ji bo kurdan hiqûq cuda pêşdikeve
Parlementerên girtî yên bi navên Kemal Aktaş, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Îbrahîm Ayhan û Faysal Sariyildiz di daxûyaniya hevpar de wiha got: "Ev biryara Dadgeha Amedê jî nîşandide ku pergala hiqûqûê ji bo kurdan cuda tê meşandin." Her wiha diyar kirin ku gireva birçîbûnê ya Parlementerên HDP'ê û BDP'ê ji bo wan watedari û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Parlementerên girtî yên bi navên Kemal Aktaş, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Îbrahîm Ayhan û Faysal Sariyildiz di derbarê biryara dadgehê de daxûyaniya hevpar dan. Di daxûyaniyê de diyar kirin ku gelê kurd ji dîroka xwe de her dem bi polîtikayên hêzên navnetewî û dewletên serwer ên herêmê hatine tune, înkar û bişaftin ev polîtîkana hêj berdewam dike. Di daxûyaniyê di destnişan kirin ku li hemberî van polîtîkayan û kiryaran kurdan têkoşina hebûna xwe dane û hatine roja îroyîn û wiha gotin: " Feraseta dadgehan ji Dadgeha Şark Îstîklal destpê dike, bi Dadgehên Leşkerî yên 12 Îlonê berfireh bûn Dadgehên Ewlehiya Dewletê îro jî bi navê Dadgehên Birayeya Taybet derdikevin pêşperî me her çendî nav û şêwazên vê pergala hiqûqê biguherin jî cevhera xwe parastiye û wek amêra helandin û tasfiyekirinê karê xwe berdewam dike."
Parlementaran di daxûyaniyê de diyar kirin ku operasyon bi hevkariya hikûmeta AKP'ê û Cemiata Gulen ya 2008'an destpêkiri û wiha got: "Di sala 2009'an de di encama li hevkirina AKP'ê cemiata Gulen de bi destê hiqûqê li hemberê têkoşerên demokratîk terordan meşan din û bi hezaran mirov bê daraz avêtin girtîgehê. Li roja ku em hatine girtin heta îro bi kiryarên hiqûqa taybet ên kêfkarî em girtin û hêj gitina me berdewam dike me ev yek anî ziman lê biryara ku di 16'ê Qanûna 2013'an de ji aliyê 5'emîn û 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran ve hat dayîn vê rewşê bi awayek aşkera radixe berçavan. Li hemberî biryara Dadgeha Makeqanûnê jî Dadgehên Birayeya Taybet dîsa biryara berdewam kirina girtina me da. Ev jî dide nîşanda operasyona Nîsana 2009'an hêj berdewam dike. Ger îro gala dewleta paralel û desilatdariyên cûda tên kirin jî ber pirsyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye. Bi sala ne van desilatdariyên cuda hevdû têrkirin. Di xwazin kurdan disa bikê qubana vê şerê desilatdariyê lê belê gelê kurd tu carî rê nede van lîstikan. Bi vê biryarê dixwazin pêvajoyê asteng bikin. Fireseta ku 3 kurd li Geverê qetilkirin dixwazin kurdan bavêjin derveyî jiyana siyaseta demokratîk û armanca van hêzan ewe ku sînorê sebra gelê kurd tengbike."
BANGA HESTYARIYÊ
Di daxûyaniyê de diyar kirin ku dê li hemberî vê bêhiqûqiyê serî natewîne û wiha got: "Em li hemberî vê rewşa heyî û bê hikûqûqiyê serî natewîne bila gelê me jî bizanibin emê li hemberê van kiryaran berxwedidin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Ger Tirkiye dixwaze aştiyê pêk bîne bila Dadgehên Birayeya Taybet yên ku li hemberî riya demokratîke ji holê rakin." banga hestyariyê li raya giştî û gelê kurd kir û wiha got: "Em di serî de gireva birçî bûnê ya Hevserokên HDP'ê birêz Sebahat Tuncer û birêz Ertugrul Kurkçu û parlementerên HDP'ê birêz Levent Tuzel û birêz Sirri Sureyya Onder û parlementerên me yên BDP'ê û daxwazên gelê me yên demokratîk bi wate dibînin. Li ser vê bingehê Em silav û rêzên xwe ji gelê me re, dost û rêhavalên meyên girtîgeha Amed û Mêrdîne re dişînin