Parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan jî dest bi greva birçîbûnê kir

Parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan ê di Girtîgeha Edîrneyê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê “Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven di roja 55’an de didome û ji bo piştgiriya çalakiyê parlementerê HDP’ê Abdullah Zeydan ê di Girtîgeha Edîrneyê de jî dest bi greva birçîbûnê kiriye.”

Zeydan bi rêya parêzerên xwe not şand û di notê de ev tişt diyar kir: “Hevseroka me ya KCD’ê û parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan 55 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo ku ji vê kaosa 4 salên dawîn em derkevin divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Ez jî ji bo piştgiriya parlementera me 10 rojan dikevim greva birçîbûnê.”

HERÎ KÊM 90 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDAWÎ Û BÊDORVEGER DE NE

Li gorî daneyên HDP’ê herî kêm 90 girtî ji bo piştgiriya Leyla Guven û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.

Tê payîn ku piştî 5’ê Çileyê ew ê beşdariyên nû re greva birçîbûnê berfirehtir bibe.

Ji xeynî Zeydan Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel, Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû, Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî di greva birçîbûnê de ne