Parlementer Selma Irmak çû ser gora bavê xwe
Parlementer Selma Irmak çû ser gora bavê xwe
Parlementer Selma Irmak çû ser gora bavê xwe
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak ji ber ku di belgeya fermî de navê goristanê derbasnebû tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe nebû û piştî destûrê çû serdana gorra bavê xwe.
Parlementera BDP'ê ya Şirnexê ya girtî Selma Irmak bi minasebeta mirina bavê xwe ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi destûra 2 rojan wergirt û derket. Irmak ligel bi destûr derket ji ber di belgeyê de navê cihê gorê nehate nivîsandin tevlî merasîma cenazeyê bavê xwe nebû.
Piştî duh ji aliyê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve Irmak dikare gora bavê xwe ziyaret bike destûr hate dayîn, Irmak serê sibê saet di 09.00'an de gora bavê xwe ziyaret kir. Parlementera BDP'ê Irmak li ser gorra bavê xwe rondik barandin.
Parlementera BDP'ê Irmak û kesên pê re li ketina gundikê Welîke ya gundê Qubulme ya Dêrikê ji aliyê sedan gundiyan ve hate pêşwazîkirin. Li ketina gund Irmak ji wesayîta girtîgehê peya bû û xizmên xwe hembêz kir û kêliyên hestiyar çêbûn. Girse bi meşê hate ser gorrê. Parlementera BDP'ê Irmak li ser gorra bavê xwe giriya.
Irmak demek dirêj li ser gorra bavê xwe sekinî û pişt re gorên endamên din ên malbatê jî ziyaret kir û dûa kir. Piştre Irmak bi destûra taybet a Serdozgerê Komarê yê Amedê bi wesayîta sivîl a ku ajokariya wê Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat dikir debasî Qoserê bû.