Naveda Lêkolîna Qirkirinê Seyfo Center ku bi xebatên xwe yên li ser mijara qirkirinê tê naskirin, serî li Komîteya Aştiyê ya Nobelê ya li Norwêcê da.
Navendê xwest, ji bo Tirkiye hesabê dîroka xwe bide û demokratîk bibe, parlamenter Cem Ozdemîr, Ozcan Mûtlû, Ekîn Delîgoz, Aydan Ozogûz, Mahmût Ozdemîr, Mehmet Hakverdî, Cansel Kiziltepe, Gulîstan Yuksel, Sevîm Dagdelen, Azîze Tank, Cemîle Yûsûf ên ji bo qebûlkirina pêşnûmeya naskirina qirkirinê dengê erê bi kar anîne, hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 2016'an bên dîtin.
Serlêdan bi îmzeya Serokê Seyfo Centerê Sabrî Atman ve hat kirin. Atman diyar kir, qirkirin sûcekî li dijî mirovahiyê ye û anî ziman, yên ku ev sûc kirine vî sûcê xwe înkar dikin, lê hin gel gihaştine wê astê ku hebûna vî sûcî qebûl bikin.
Di serlêdanê de hat ragihandin, Elmanya ya ku Cihû qir kir, hesabê dîroka xwe da, li xwe mikur hat ku qirkirin kiriye û hat gotin, "Eger Elmanyayê, xwe ji sûcê li dijî mirovahiyê yê 'Holokost' ê di dema Naziya Elmanya de hat kirin venegirta û ev yek lenet nekiribûya, bêguman wê di roja îro de cihê xwe di nava cîhana hemdem de negirta."
Di dewama serlêdanê de hat gotin, hin ji welatên qirkirin kirine, li şûna li xwe mikurhatinê û hesabdayînê, vî sûcê xwe înkar dikin û yek ji van welatan jî Tirkiye ye.
Di serlêdanê de bal hat kişandin gefên li parlamenterên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê tên xwarin û hat gotin, "Parlamenteran li dengê wijdanê xwe guhedarî kirin û dengê xwe bi kar anîn. Xwestin Tirkiye xwe ji vê tabûyê rizgar bike, hesabê dîroka xwe bide û demokratîk bibe. Lewma dengê erê bi kar anîn. Mirovahî parastin û ji ber vê yekê li hemberî wan kampanya lînc û gefxwarinê hat destpêkirin. Weke Serokê Navenda Lêkolînên Qirkirina Suryaniyan, pêşniyar dikim ku yanzdeh parlamenterên li jorê navên wan hatine bilêvkirin, ku demokrasî û mirovahî parastine, bi tenê neyên hiştin û bi Xelata Aştiyê ya Nobelê werin birûmetkirin."