Parlamenterên jin ji bo 'dûjînan' çûn serdana Çîçek

Parlamenterên jin ji bo 'dûjînan' çûn serdana Çîçek

Parlamenterên jin ên BDP'ê û AKP'ê ji bo şermezarkirina dûjînên di guftûgoyên budçeyê yên di Meclîsê de çûn serdana Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek. Parlamenterên jin xwestin pêkanînên astengkirina dûjînan bikevin meriyetê.

Parlamenterên jin ên BDP'ê û AKP'ê ji bo şermezarkirina dûjînên di guftûgoyên budçeyê yên di Meclîsê de çûn serdana Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek. Di serdanê de Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan, Serokwekîla Koma AKP'ê Ayşe Nur Bahçekapili jî hebûn.Parlamenterên jin ên CHP'ê û MHP'ê tevlî serdanê nebûn. Parlamenterên jin ji Çîçek xwestin li hember dûjînan pêkanînên astengkirinê bixin meriyetê.