Parlamenterên HDP'yî komîsyon terikandin
AKP, CHP û MHP'ê pêşnûme qanûna ku 'zirxa destnedanê' dide leşkeran erê kirin. HDP'ê biryar da vê tifaqa qirêj a her sê partiyan protesto bike û xwe ji komîsyonê vekişand.

Beriya destpêkirina civîna fermî ya komîsyonê, ku îro pêk tê, duh rayedarekî leşkerî brîfîng da AKP, CHP û MHP'ê û piştî vê brîfîngê her sê partiyan li ser vê pêşnûmeyê li hev kirin. Bi tenê HDP li dijî vê pêşnûmeyê derket. Piştî navbera ji civînê re hat dayîn, HDP'ê, ev tifaqa her sê partiyan a destûrê dide komkujiyan, şermerzar kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş diyar kir, her sê partiyan li ser mijara wesayeta leşkerî li hev kirine, hikûmet jî teslîmî wesayeta leşkerî bûye û destnîşan kir, ku ti wateya nirxandina pêşnûme qanûneek ku siyaseta sivîl û demokrasiyê qetil dike nîne.
Endamên HDP'yî yên komîsyonê, li dijî vê tifaqa sê alî terikandin û ji salona hevdîtinan derketin.