Parlamenterên HDP û BDP'ê greva birçîbûnê bi dawî kirin
Parlamenterên HDP û BDP'ê greva birçîbûnê bi dawî kirin
Parlamenterên HDP û BDP'ê greva birçîbûnê bi dawî kirin
Parlamenterên HDP û BDP'ê yên bi armanca şermezarkirina bernedana wekîlên girtî yên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin, dawî li çalakiya xwe anîn. Hevseroka HDP'ê Sebahat Tûncel da xuyakirin ku ji dema avabûna Tirkiyê û heta roja îro Kurd li hiqûqeke cuda rast tên.
Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel, parlamenterên BDP'ê Demîr Çelîk û Ozdal Uçer, ku bi armanca şermezarkirina bernedana wekîlên girtî yên BDP'ê di 17'ê Kanûnê de li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, der heqê çalakiya xwe de li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xistin.
Hevseroka BDP'ê Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li civînê de bibîr xist ku ji ber biryara Dadgeha Destûra Bingehîn der heqê Balbay de hatiye dayîn ji bo wekîlên BDP'yî nehatiye bikaranîn wan dest bi greva birçîbûnê kirine û got, "Dema me dest bi grevê kirin, derket holê ku li Tirkiyê çiqasî pereyê gel tê xwarin."
Tûncel da xuyakirin ku ji destpêka avabûna Tirkiyê û vir ve Kurd timî li hiqûqeke cuda rast hatine û got, "Li Kurdistanê cuda li Tirkiyê jî hiqûqeke cuda hat meşandin. Me timî gotin ku ev yek sedema bingehîn a pevçûnê ye. Zîhniyetê DGM bi dadgehên taybet re tê meşandin. Nayê qebûlkirin ku di sedsala 21'an de ev yek ewçend vekirî were kirin. Ji ber vê yekê me dest bi greva birçîbûnê kirin."
Tûncel bal kişand ser operasyona nelirêtî û bertîlê jî û got, "Bûyerek dihate zanîn bû, lê dihate veşartin. Me bi salan gotin ku mafê kedkdar, jin û xizanan tê talankirin. Ne butçeya gel, butçeya rantxuran e. Hikûmeta AKP, ne kedkaran, serdestdan diparêze. Desthilatdariyê çav berdaye pariyek nanê di destê xizan û kedkaran. Bala xwe bidin hikûmetekê; çar wezîrên wê tevli vî karî bûne lê hînê jî îstifa nake. Berdevkê hikûmetê dibêje îstifa nehatiye kirin. Gelo ev ne şerm e? Ya ku diviyabû bihata kirin, tavilê îstifakirina van wezîran bû. Vê yekê weke pevçûna navbera cemaet û desthilatdariyê nîşan didin û hewl didin mexdûriyetekê biafirînin. Desthilatdarî û cemaet ji sala 2002'an û vir ve bi hev re dixwazin, niha jî hev dixwin. Dek û dolaba wan li hemberî kedkar û gelan e. Em ji vê derê bang li gelan dikin. Emê bi ser vê nelirêtiyê ve bimeşin." Tûncel destnîşan kir ku li welatên demokrasiya wê xurt be, xizanî jî kêm e.
Tûncel ragihand ku wan der heqê wekîlên girtî de pêşniyar qanûnek amade kirin e û pêşkêşî partiyên din ên siyasî kirine û got, "Partiya li desthilatdariyê û partiya mûxalefetê ya mezin bersiveke neyînî nedan vê. Gotin ewê binirxînin. MHP'ê negot na. Di xala 108. a di CMK ya bi hejmara 5271 de guhertinek were kirin. Em xaleke pêvekê ya bi gotina 'Yên weke parlamenter hatine hilblijartin divê werin berdan' pêşniyar dikin. Eger kom erê bikin, emê bi lezgînî vê bînin Meclîsê."
Li dû axaftin Tûncel bersiv ji pirsên rojnamevanan re hat dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel da xuyakirin ku ya rû daye pirsgirêka demokrasiyê ye û her roja diçe astengiyên nû derdikevin û got, "Li Mereşê ji bo kesên dixwazin komkujiyê bikin Walî destûrê dide. Li Kayseriyê çeteyên faşîst ev du roj in hewl didin biavêjin ser civînan. HDP dê li her devrera Tirkiyê xwe birêxistin bike û çalakiyan pêk bîne. Li welêt hikûmetek heye ku hatiye radeya dawî."
ONDER: GELO QET GUNEHÊ DIZ NÎNE?
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî der heqê lêpirsîna nelirêtî û bertîlê de got, "Gelo qet gunehê diz nîne?" Onder der barê hiqûqa li hemberî wekîlên girtî tê bikaranîn de jî got, "Dema Kurd dibin mijara gotinê Destûra Bingehîn a vî welatî dibe TMK. Serdest hewceyî pê nabînin ku carekê jî Destûra Bingehîn vekin û lê binêrin. Ya ku rewayî me tê dîtin qanûna herî rezîl û faşîst a cîhanê TMK ye. Aliyê yekemîn ev e. Ya duyemîn jî; pêwîste tevahiya raya giştî û partiyên siyasî li pêş çavan bigirin ku em hişyariyeke dîrokî dikin. We çi soz dan Kurdan? We gotin, 'Emê mafê we yê siyaseta demokratîk nas bikin'. Kurdan ji ber vê yekê destê xwe ji çekê vekişandin. Bi Rêberê xwe yê gel re ji vê soza we bawer kirin. Di vê rewşê de hem tuyê bêjî ezê pêşî li siyaseta demokratîk veke, hem jî ceza bide wekîlên hatine hilbijartin. Ev tê çi wateyê? Weke mirovekî hatiye hilbijartin naxwazim bêjim, lê diyare divê ji feraseta mirovan re neyê hiştin. Ev yek careke din îlana şer e li hemberî Kurdan e. Bila her kes vê bibîne. Ji te re dibêjin siyaseta demokratîk nîne. Dibêjin ezê pêncî hezar bendan deynim pêşiya te. Yanî tê wateya şer. Ya ku em dikin, parastina aştiyê ye. Bi pêngaveke dawî re em hewl didin aştiyê bi dest bixin."