Parlamenterên HDP'ê Kaya û Beştaş hatin binçavkirin

Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Meral Daniş Beştaş li Afyon û Amedê hatin binçavkirin.

Li Afyonê, polîsên Tirk duh êvarê dor li avahiya ku Parlamenta HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya lê bû girtin û bi zorê Kaya binçav kirin.

Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Afyonê, li ser biryara Dozgeriya Tirk a li Amedê destê Kaya kelepçe kirin û ew kirin binçavan. Li gorî agahiyan, wê Kaya îro bibin Amedê.

Polîsan li Amedê jî avêtin ser mala Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş lê bû. 

Beştaş, di çarçoveya lêpirsînê de hate binçavkirin.