Parlamenterên HDK'yî: Ji Geziyê re rêzdar bin!

Parlamenterên HDK'yî: Ji Geziyê re rêzdar bin!

Parlamenterên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi civîneke çapemeniyê ya li Taksîmê bang li hukûmetê kirin ku dest ji destwerdana Parqa Gezî berde û gotin, "Li pêşiya hikumdaran tenê rêyek heye: Rêz û li ber çavan girtin."

Parlamenterên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sureyya Onder, Levent Tuzel û Sebahat Tunce, der heqê êrişên doh ên polêsan de, civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Parlamenterê Mersînê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin, ku heta daxwazên gel ên ji bo Parqa Gezî bicih neyên anîn, pirsgirêk çareser nabe û got, "Divê mirovên hatine binçavkirin, hemû serbest bên berdan. Dawî li zextên SDP'ê tê kirin, bê anîn."

Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî daxuyaniya "lobiya faîzê" ya Serokwezîr Erdogan û wezîrên hukûmetê rexne kir û got, "Straneke nû derketiye bi navê lobiya faîzê. Hukûmet çi pêşniyar dike? Gelo em kredî bikşînin û dûre nedin? Kesekî ku kredî bide van mirovan jî xuya nake! Eger tiştekî weha hebe, hingî bacê deyne ser, tedbîra xwe bistîne."

Onder diyar kir ku jin û ciwanên li Parqa Gezî û Taksîmê dibêjin "êdî bese" û got, "Tenê rêyek heye li pêşiya hikumdaran; Ew jî rêz û li ber çavan girtine. Kes nikare dest bi van dar û mirovên li vê derê."

Parlamenterê Stenbolê Levent Tuzel jî da xuyakirin ku Parqa Gezî xwedî rewabûneke ji daxwazên însanî, mafdar û demokratîk e, lewma mirov xwedî lê derdikeve û  bal kişand ser daxuyaniya doh a Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû. Tuzel got, "Walî işaret da ku wê êriş dewam bikin. Li vê derê komên marjînal, rêxistinên îstixbaratê tineye, li vê derê bi mafê xwe yê mafdar gel heye, hunermend û rewşenbîrên gel hene. Serketina vê berxwedanê, wê bibe berhema van hemû hevalên li vê derê. Emê jî her tim li gel wan bin."

Parlamentera Stenbolê Sebahat Tûncel jî destwerdana polêsên Tirk li Taksîmê weke "rêveberiya xweser" bi nav kir û got, "Ez naxwazim bang li hukûmetê bikim, ji ber ku pêvajo ji aliyê Walî ve tê rêvebirin! Hukûmetê xweserî pêk aniye, lê ev xweseriyeke otorîter e. Walî li gorî kêfa xwe dijwariyê bikar tîne. Ev gel dibêje, Gezî ya me ye. Eger hukûmet bi yek gotinê bêje "li vê derê wê avahî neyê lêkirin" wê berxwedan biqede. Divê hukûmet Geziyê ji gel re bihêle, Taksîmê ji mûxalefeta civakî re veke. Eger kolan azad be, civakê jî azad bibe. Divê medya bibe alîgirê demokrasî û azadiyan."

Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Tûran jî di civîna çapemeniyê de binavçkirin û êrişên li dijî partiya xwe nirxand. Tûran diyar kir ku di serdegirtina doh a avahiya wan de, endamên partiya wan bi lêdanê hatine binçavkirin û xwest, endamên wan ên hatine binçavkirin serbest bên berdan.