Parlamenterên Hambûrgê li dijî hovîtiya AKP'ê bang kirin

Parlamenterên parlamenta eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê banga sekinandina şerê li Kurdistanê û vegera li muzakereyê kirin. Wekîlan ji hikûmeta Elman jî xwestin ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re ji nû ve binirxînin.

Parlamenterên parlamenta eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê banga sekinandina şerê li Kurdistanê û vegera li muzakereyê kirin. Wekîlan ji hikûmeta Elman jî xwestin ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re ji nû ve binirxînin.

OZDEMÎR: HEVKARIYA BI AKP'Ê RE NAKOKÎ YE

Parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr der barê hovîtiya AKP dike, agahî da. Ozdemîr ragihand ku polîtîkaya hikûmeta Elmanya ya li ser penaberan şaş e û destnîşan kir, ku ji bo çareserkirina krîza penaberan a li Ewropayê, pêkanîna hevkariya bi rejîma AKP'ê re rewşeke nakok e. Ozdemîr bang li endamên çapemeniyê kir ku meşa Yekîtiya Hêza Demokratîk a roja Şemiyê saet di 15:00 li Hachmannplatzê de bişopînin.

ABACI: DIVÊ LI MASEYA MUZAKEREYÊ VEGERIN

Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Kazim Abaci diyar kir ku şerên dawiyê yê li Tirkiyeyê li herêmên Kurdan diqewime, lê li herêmên din jî binpêkirina mafên mirovan zêde bûne. Abaci destnîşan kir ku gelek rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan hatine girtin, got divê demildest çek bê deng bibin û muxatab vegerin ser maseya muzakereyê.

DEMÎREL: DIVÊ DEMILDEST HIKÛMETA TIRK ÊRÎŞ XWE BISEKINÎNE

Parlamentera Partiya Keskan Fîlîz Demîrel got bûyerên li Tirkiyeyê bi fikar dişopînin. Demîrel nirxandinên hikûmeta Tirk bi axaftina ‘bi fikar in’, daxwaz kir ku êrîşên li hember gelê Kurd demildest bê sekinandin.

 ‘ÎFLASA EXLAQÎ!’

Parlamenterê Partiya Çep Mehmet Yilmaz jî bêdengbûyina raya giştî ya cîhanê ya li hember qewimînên li Tirkiyeyê rexne kir, bang li hikûmeta Elman kir ku têkîliyên bi Tirkiyeyê re di ber çavan re derbas bikin. 
Her wiha Parlamenterê Partiya Çep Denîz Çelîk jî destnîşan kir ku heta muzakere çênebin demokratîkbûyin jî ne mimkûn e, bûyer hem ji bo Tirkiye hem ji bo Elmanya hem jî ji bo Yekîtiya Ewropa wek îflasa exlaqî nirxand.