Parlamenterên Ewropî ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li YE kirin
Bi dehan parlamenterên li Parlamanta Ewropayê, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîsyona Ewropayê kirin.
Bi dehan parlamenterên li Parlamanta Ewropayê, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîsyona Ewropayê kirin.
Bi dehan parlamenterên li Parlamanta Ewropayê, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîsyona Ewropayê kirin.
Parlamenterên ji Koma Konfederal a Çep a Yekbûyî ya Ewropayê, Kesk, Demokratên Civakî, Demokratên Lîberal a Ewropayê, Koma Demokrasiyê ya Rasterast û Azadiyê ya Ewropayê, Demokratên Xiristiyan, Muhafazakar-Reformîst pêk dihatin ji bo Kobanê bang li YE’yê kirin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Kantona Kobanê û hat gotin ku di serî de jin û gelê Kurd di bin banê hêzên YPG û YPJ’ê de berxwedanek mezin nîşan dane û Koalîsyonê jî ji hewayî piştgirî daye vê berxwedanê.
Parlamenteran got ku Kobanê bi saya berxwedan û piştgiriyê azad bûye û berxwedana Kobanê wek azadiya jinê, pêşerojek azad û mafê mirovan digirin dest. Her wiha hat diyar kirin ku beşeke mezin a Kobanê hilweşiyaye û divê demildest Kobanê bê avakirin.
DIVÊ PIŞTGIRÎ BÊ DAYÎN
Parlamenteran diyar kir ku ji bo avakirina Kobanê korîdorek hatiye vekirin, xebat hatine destpêkirin û divê saziyên navneteweyî jî piştgiriyê bidin xebatan.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê dewletên endamên YE’yê piştgiriyê bidin avakirina Kobanê û ji bo şervanên Kurd û sivîlan korîdora alîkariya mirovahî bê vekirin.
Parlamenterên îmze avêtin daxuyaniyê:
"Gabriele Zimmer, seroka GUE-NLG; Marie-Christine Vergiat, Hevserokê Koma Dostaniya Kurdan; Philippe Lamberts, Serokê Koma Keskan; Bodil Ceballo, Koma Dostaniya Kurd a Keskan; Ana Gomes, Koma Tifaqa Demokrat û Sosyalîstan; Izaskun Bilbao Barandica, Vice-Chair, Pavel Telička, Koma Tifaqa Demokrat û Lîberana bo Ewropayê; Fabio Massimo Castaldo, Koma Demokrasî û Ewropaya Azad; Mariya Gabriel, Koma Partiya Gel a Ewropayê (Demokratên Xiristiyan); Jana Žitnanska, Koma muhafazakar a Ewropayê û koma Reformîst."