Endama Partiya Karker (Labour) wekîl Joan Ryan got di hewldana dagirkirina faşîzma AKP-MHP’ê de komkujiyên cidî dibin, Ryan got li gorî daxuyaniya SOHR’ê di bombekirinên artêşa Tirk de bi kêmanî 32 sivîl hatine kuştin û bi bîr xist ku Kurd li Reqa, Minbic, Kobanê û Şengalê bi têkoşîna bi wêrekî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi ser ketine.
Ryan diyar kir ku tevgera dagirker a ku faşîzma Erdogan dayî destpêkirin wê rê li ber drama însanî veke û ji niha ve dîmenên ku tên bûye sedema mirina gelek mirovan. Ryan got binavkirina ‘Çeqla Zeytûnê’ li operasyoneke leşkerî ya wiha êrîşkar naye aqil û xeyala ti kesî.
Ryan got Kurdan di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de bi hezaran can dane û bi milyonan Kurd ji cih û warê xwe bûne û got di vê mijarê de ew ê zetê li hikûmeta Brîtanya bikin. Ryan got ji bo ku li Efrînê krîzeke însanî çênebe ew ê hewl bidin.
Ryan nameyna ji Serokwezîra Brîtanya Therese May û Wezîrê Karê Derve Borîs Johnson re şand. Ryan di nameyê de ji hikûmetê xwest bi NATO, Yekîtiya Ewrpa, Neteweyên Yekbûyî re bi lezgînî têkilî were danîn û ji bo hewldana dagirkirin Tirkiyê were rawestandin hewl bidin.