Parlamentera Alman Jelpke: Divê mafê penabertiyê ji Êzdiyan re bê naskirin
Parlamentera Alman Jelpke: Divê mafê penabertiyê ji Êzdiyan re bê naskirin
Parlamentera Alman Jelpke: Divê mafê penabertiyê ji Êzdiyan re bê naskirin
Di wan salên dawî de bi taybet ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelek Êzdî koçî Elmanyayê dikin. Lê belê dewleta Elman daxwaza Ezdiyên ku nû tên serî li penabertiyê didin red dike. Endama Meclîsa Federal a Elman Jelpke daxwaz kir da ku serîlêdanên Êzdiyan ên ji bo penabertiyê werin qebûlkirin.
Sala borî 6301 Kurdên Êzdî hatine Elmanya û serî li penabertiyê dane. Ji wan 2.985 hemwelatiyê Iraqê, 2.319 jî hemwelatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha di pênc mehên destpêkê yên îsal de 2.228 Êzdî hatine Elmanya. Lê bele hikûmeta Elman bi hinceta Êzdî ne xwedî oleke wiha ne ku li Iraq û welatên dîtir bi zextan rû bi rû bimînin, bersiva neyênî dide daxwaza penabertiyê.
Parlamentera Partiya Çepgir a federal Ulla Jelpke jî da xuyakirin ku di meha Gulana borî de li Bexdayê 10 Êzdî ji ber dînê xwe hatine qetilkirin û nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmeta Elman da. Jelpke di heman demê de ji bo hikûmeta federal di mijara ku bersıva neyênî dide daxwaza penabertiyê ya Êzdiyan pêşniyarpirsek da hikûmetê.