Parlamenterê Bajarê Qomê yê Parlamentoya Îranê Ehmed Emîr Abadî Ferahanî, îro serê sibê di meclîsa Îranê de bal kişand ser rewşa Vîrusa Corona û diyar kir ku ev nexweşî dereng hatiye îlankirin û li gori wê tedbîr nayên girtin.
Ferahanî, anî ziman ku heta duh nêzî 50 kesan li bajarê Qomê jiyana xwe ji dest dane û ev pirs ji Qezîrê Tenduristiyê yê Îranê pirsîn: "Bajarê Qomê di aliyê Vîrusa Corona de rewşa wê nebaş e. Li ser vê babetê dewlet nikare erka xwe pêk bîne. Hemşîreyên li nexweşxaneyê cilê wan ê xwe ji vê vîrûsê biparêze ên baş nîne. Dîsa labaratuvar pir kêm in. Em nikarin wekî ku tiştek tune be li vê qirîza vîrûsê temaşe bikin. Mixabin 3 hefteye ku ev vîrûsa corona derbasî bajarê Qomê bûye. Lê ev nexweşî dereng hatiye îlankirin. Lê wezîrê tenduristiyê yê Îranê û çapemeniya dewletê israr dikin ku ev vîrûsa corona 3 rojin belav bûye. Beriya hilbijartinê bi zanebûn vê nexweşiyê vedişêrin û gel dixapînin."