Parlak: Muxalefet derî parlamentoyê dît ku dikare çi bike

Heverokê HDP'ê yê Enqerê Vezîr Çoşkun Parlak got Meşa Demkrasiyê nîşan daye li derî parlamentoyê jî mirov dikare muxalefetê bike.

Meşa Demokrasiyê ya Dijî Darbeyê ya HDP'ê ku 15'ê Hezîranê dabû destpêkirin îro saet 17.002an li Enqerê wê bidawî bibe.

Hevserokê Bajêr ê HDPê Vezîr Çoşkun Parlak got di komara sed salî ya dîrokê de gelek rûdan çêbûne, li ser van xakan ji bo daxwazên mafên demokratîk gelek berdêl hatine dayin lê serdema herî bêdadî ya dîrokî di van 5 salnên dawî de tê jiyîn.

Parlak diyar kir wan ji bo demokrasiyê, dadiyê, aştî û azadiyê, ji bo ku hemû bi hev re bibêjin, 'êdî bes e' dest bi meşa xwe kirine û got, ''Meclîs bi darbeyên Qesrê her çendî pir hatibe bêkêrkirin jî meşa me nîşan da ku her wiha li derveyî parlamentoyê jî muxalefet dikare were kirin.''

Parlak got di pêvajoya meşê de ji her derdorî weke wan nafikirin jî destek standine û diyar kir heke ew bikaribin vê destekê biqulibînin ser eniya muxaletê ya rêxistinî ew dikarin welêt ji vê taritiyê xilas bikin.

Parlak herî dawî got heke ew bala xwe bidin ser tabloya meşê diyar dibe ku meş gihaştiye armanca xwe û got, ''Meşa me bû meşeke wiha ku ji hêla bi milyonan kesî ve hate şopandin. Li Enqerê jî wê nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlê bibin. Gelek rewşenbîr û hunermend hatine vexwendin. Em rêveberên navçe û bajaran em ê hazir bin. ''