Parlak: HDP li tifaq û diyalogê vekirî ye

Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak bal kişand ser ihtimala hilbijartina pêşwext û got, "HDP hewl dide ku li her kesî vekirî be û diyalogê bike."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 23'ê Sibatê de li Enqereyê 4'emîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne. Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak li ser kongreyê ji ANF'ê re axivî.

Parlak bi bîr xist ku wan kongreya xwe ya herî dawî sala 2017'an pêk anî bûn û got, "Wê demê ji ber polîtîkayên ewlekariyê wesayitên ji bajaran hemûyan berê xwe dan Enqereyê hatibûn rawestandin. Bi vî rengî xwestibûn ku di nava HDP'ê de bêhêvîtiyê biafirînin. Lê belê bi berxwedan û biryardariya gel li Enqereyê kongreyeke bi coş û girseyî hatibû kirin. Cudahiya vê demê ew e ku li zindanan berxwedaneke mezin heye û ev yek jî dibe moral û motîvasyon ji bo yên li derve."

PERWERDEYA BI ZMANÊ DAYIKÊ, KRÎZA ABORIYÊ, TIFAQA DEMOKRASIYÊ

Parlak bal kişand ser hin kêmasiyên HDP'ê yên dema derbasbûyî û got, "Yek ji mijarên ku me di civînên xwe de giranî dan ser bêguman kêmasiyên me yên li ser daxwazên zimanê dayikê bûn. Mijareke din jî bêguman pêwîstiya bi tifaqeke xurt a demokrasiyê bû û di vê mijarê de biryar hatin girtin. Her wiha bi tevgerên çep û sosyalîst ên li Tirkiyeyê re pirsgirêkên kedkaran ên ji ber krîza aboriyê û bandora krîzê ya li Kurdistanê hatin nirxandin."

ZEXT Û ZORDARÎ

Vezîr Coşkûn Parlak bal kişand ser destgîrkirin û girtina endamên wan û diyar kir ku di navbera 13 û 14'ê Sibatê de nêzî 117 kes li Enqere, Stenbol, Agirî û Wanê hatin destgîrkirin.

Parlak got, "Ev destgîrkirin herî zêde li dijî tevgerên jin û ciwanan ên HDP'î hatin kirin ku sîstem herî zêde xwe ji wan vedigire. Em partiyeke welê ye ku zext çiqasî tên kirin jî natirsin, bi gavekê li paş bikevin jî bi du gavan ber bi pêş ve diavêje û hêza xwe ji gel werdigirin."